NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa KNK-şaxê Rojava bi 28 partiyên siyasî re li bajarê Qamişlo ji bo Yekitiya Gelê Kurd û berdewamkirina xebata yekitiyê civîn lidar xist.
Şaxa Rojava ya Însiyatîfa KNK'ê di 20’emîn salvegera damezrandina KNK'ê de li Hola Zana ya bajarê Qamişlo, bi 28 partiyên siyasî re civîn li dar xist. Di destpêka civînê de reşnivîsek (taslak) siyasî ji aliyê endamên KNK`ê vê hate belavkirin. Tê payîn ku têkildarî reşnivîsa siyasî de nêrîn û pêşniyar di nava civînê de bên girtin û der barê xebatên yekitiya gelê Kurd nîqaş bênekirin. Reşnivîsa civînê wê di konferansa KNK`ê ku di demên pêş de bêlidarxistin were erêkirin. Civîn ji dezgehên ragahandinê re girti pêk tê. Tê payîn ku di dawiya civînê de ji dezgehên çapemeniyê re daxuyaniyek bê dayîn.