ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna ku bi angaşta 'biçûkxistina serokkomar' têkildarî Seroka Komeleya Dayikên Şehîdan Pakîza Alp Akbaba hatibû detpêkirin de bi daxwaza 4 sal ceza angaştname hat amadekirin.
Seroka Komeleya Dayikên Şehîdan Pakîza Alp Akbaba di 5'ê kanûna 2017'an de, li Enqereyê weke "Dayika Şehîd" beşdarî panela bi mijara "Hevdîtina Wekhevî, Adalet û jinan a 5'ê Kanûnê" ku ji aliyê Partiya Gel a Komarê (CHP) ve hatibû lidarxistin, bûbû û axaftin kiribû. Bi hinceta ku di vê axaftina xwe de serokkomar biçûk xistiye, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve derbarê Akbaba de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna ku hatibû destpêkirin temam bû û pêşkêşî Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Enqereyê hat kirin.
Di angaştnameyê de tê dîtin ku di 7'ê Adara 2019'an de Wezareta Dadê destûra peyketinê daye û bi angaştnameyê heta 4 salan ji Akbaba re ceza tê xwestin.