AMED –Reveberên DBP’ê yên navçeya Rezan a Amedê Nazim Ocal û Reşat Taşkiran, ji ber ku demek dirêj e tên şopandin û binçavkirin, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan.
Reveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçeya Rezan a Amedê Nazim Ocal û Reşat Taşkiran, li dijî şopandina polîsan û binçavkirinê di 2'yê Tîrmehê de serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Nazim Ocal ê 4 sal in endamê DBP’ê yê navçeya Rezan e destnîşan kir ku di 8’ê Gulana 2019’an de ji bo karê înşaatê çûye Herema Federal a Kurdistanê ya Iraqê û wiha axivî: “Ez ji bo kar çûbûm Başûr. Di 20’ê Gulanê de ez vegeriyam. Saet 00:00’an de ji otobusê peya bûm. Dema ez daketim ji erebeke sivîl 4-5 kes peya bûn. Polîsên sivîl bûn. Piştî li nasnameya min nerîn û şûnde çend erebeyên ford ranger hatin. Polîsan li vir ez binçav kirim û birim Şaxa TEM'ê ya Amedê. Li vir li ser min geriyan. Xwestin min tazî bikin. Her tiştê min kontrol kirin û îfadya min girtin. Qasî 10-15 deqîqeyan şûnde 2 kesên din hatin bi min re axivîn û gotin ‘Tu çi karî dikî? Min got ez rêveberê DBP’ê me û karê înşaatê dikim. Ji min pirsa Reşat kirin. Min jî got ew jî di rêveberiya DBP’ê de ye. Em di eynî taxê de rûdinin. Gotin tiştên ku em dixwazin ne ev e."
XWESTIN BIBIM SÎXUR
Ocal, anî ziman ku endamên îstîxbaratê ji wî xwestin bi wan re bixebite û got: “Min go temam ez karê înşaatê dikim heke karê înşaatê hebe em bi hevre bixebitin. Got karê em dixwazin ev nîne. Xwestin em bi hevre li derve rûnên û çayê vewin. Min xwest werin DBP’ê çayê vexwin. Lê qebûl nekirin. Bi awayekî veşarî xwestin bibim sixûr. Bi israr xwestin sîxurtiyê bi min bidin qebûl kirin. Piştî ku min qebûl nekir yekî xwe hêrs kir gefa 'Rojekê ezê derkevim pêşerî we. Hûn ê bibînin ezê çî bikim' xwar.
Ocal, anî ziman ku piştî hatin binçavkirin di 5’ê Hezîranê de bi hevalê xwe Reşat Taşkiranê re diçûn Îzmîrê û dema vegerê hatin şopandin û wiha got: “Dema em ji Îzmîrê vegeriyan erebeyekê em şopandin. Heta Amedê erebeyên cuda em şopandin. Di 12’ê Hezîranê de dema me li Ofîsê xwarin dixwar, me dît ku erebeyek me dişopîne. Piştî xwarinê me çûn ku wan jî da şopa me. Heta Navçeya Rezan em şopandin. Erebeya em şopandin toyotayek spî şf plakeya 21 GC 183 bû. Min got tu çima min dişopîne. Wî jî got na ne polîs im. Pişt re ez li Midûriyeta Polîsan geriyam min got ev erebe me dişopîne. Polîsan bang li me kir, lê îfadeya me negirt. Wekî ku wan dizanî kî me. Gotin îro here sibê werin. Ji ber ku tutanak negirtin em hatin û me serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir."
‘NIKARIN ME BI ZEXTAN JI PARTIYÊ DÛR BIXIN'
Ocal, herî dawî anî ziman ku bi şopandinê dixwazin karê wan asteng bikin û bêzar bikin û wiha got: “Bi van zextan nikarin me ji partiyê û têkoşîna me dûr bixin. Bi van polîtîkayên çavtirsandinê nikarin me ji partiyê dûr bixin. Em ê heta dawî mafê xwe yê demokratîk biparêzin. Bi van polîtîkayên qirêj dixwazin gelê me bikin sixûr kesên ku ev tişt bi serê wan tê bila serlêdanên sûc bikin.”
POLÎTÎKAYÊN ZEXTAN BI SER NAKEVIN
Reşat Taşkiran ê ku ev çar sal e rêveberê DBP’ê yê navçeya Rezan e destnîşan kir ku ji roja ew ji girtîgehê derketî heta niha rastî zextên derûnî tê û wiha got: “Ez di sala 2015’ê de derketim. Ji wê demê û vir ve dem dem min dişopînin. Ji hevalên min yên derdorê pirsa min kirin. Gotin ev çi karî dike? Em dizanin ku ev ne rêveberê tiştekî din e. Lê 4 salin ez rêveberên DBP'ê me. Me tacîz û bêzar dikin. Dixwazin bi polîtikayên sixûrtiyê me ji siyasetê dûr bixin. Em tiştên wisa qebûl nakin. Çi qas polîtîkayên zextê bimeşînin jî wê bi sernekevin. Par nêzî 6 mehan ez şopandim. 2 caran ez rawestandim. Gotin tu çi karî dike diçe ku? Zext û astengiyên wan nikarin me bêzar bikin."