ENQERE - Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê dema di destê AKP'ê de bû, piştî komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê biryar dabû ku ji bo kesên di 10'ê Cotmehê de li Enqere jiyana xwe ji dest dan bîrdariyekê ava bike. Di ser biryarê re 4 sal derbas bûn, lê heta niha ji bo bîrdariyê tu gav nehatiye avêtin. Nûnerên komeleyê bi Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mahsur Yavaş re hevdîtin kirin, lê 19 rojin hêj tu bersîv tune.
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de dema sendîka û konfederasyonên kedê ji bo aştî û demokrasiyê li GAR'a Enqereyê mîtîng li dar xist, endamên DAIŞ'ê çalakiyên xwekujiyê pêk anîbûn û 103 kesan di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn. Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ku di destê AKP’ê de bû di civîna 15'ê Cotmeha 2015'an de biryar girtin ku ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bîrdariyekê ava bikin. Lê di ser biryarê re 4 sal derbas bûn, hêj tu gav nehatiye avêtin.
Piştî Şaredarî ket destê Namzetê CHP'ê Mansur Yavaş jî dîsa tu daxuyanî nehatin dayîn. Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê ji bo 10'ê Tîrmehê ji Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş randevî xwestin. Hevseroka Komeleya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakinci Coşgun, têkildarî serlêdanê anî ziman ku rayedaran gotin "Em ê daxwaza we binirxînin û li we vegerin. Lê di ser daxwaza mere 19 roj derbas bûn, hêj tu bersîv nehatiye.
Coşgun, anî ziman ku bîrdariya ku bi derfetên xwe ava kirin her dem rastî êrîşan tê û malbat dixwaze êdî bîrdariyek wan a ku rastî êrîşan neyê hebe û got: "Em dixwazin bîrdariyek ku em bibin muhatab û bibin kirde bê avakirin. Divê ev bîrdarî nûnertiya nirxên kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan bike. Em dixwazin biryara ku berê dane têxin meriyetê. Ger ku şaredarî biryarekê bistîne û nexe meriyetê ew dibe sûc. Heta ku ev biryar têkeve meriyetê emê daxwazên xwe bînin ziman. Ger ku di nava 60 rojan de bersîv nehat dayîn, ev tê wateya ku red kirine. Em dê bixwazin ku hekîm mudaxaleyî meseleyê bike. Me bi Şaredarê berê Melih Gokçek re hevdîtn kir. Bersîv da û got wê di sala 2019'an de têxin meriyetê. Em dixwazin biryara hatiye girtin têkeve meriyetê. Ger ku gav neyê avêtin emê serî li rêya hiqûqê bidin:"
Coşkun, destnîşan kir ku wan ji bo vê mijarê ji Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli ji bo 9'ê Tîrmehê randevû xwestine.