STENBOL - Di rûniştina yekemîn a doza qezeya trênê ya Çorlûyê de ku 7 jê zarok 25 kesan jiyana xwe ji dest da û têde 4 peywirdarên TCDD'ê tên darizandin, Heyeta Dadgehê ragihand ku xwe ji dozê vedikişandiye. Heyet bi dûrişmeya "We li welat adalet nehişt" hat şermezarkirin.
Rûniştina yekemîn a doza qezeya trênê ya Çorlûyê de ku 7 jê zarok 25 kesan jiyana xwe ji dest da û têde 4 peywirdarên TCDD'ê tên darizandin, li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Çorlûyê hat dîtin. Ji ber ku eywana dadgehê biçûk bû, rûniştina dozê li eywana konferansê ya edliyeyê hat dîtin. Ji ber tevlîbûna zêde, eywana konferansê jî hemû beşdaran ranegirt, piraniya malbat û beşdaran neketin eywana ku rÛniştin lê pêk hat. Ji ber daxwaza malbat û beşdervanan a ketina eywanê di navbera malbat û beşdarvan û polisan de gengeşî derket. Ji ber vê gengeşiyê deriyê eywanê hi pişt ve hat radan. Destûr nehat dayîn ku kes bikeve hundir û derkeve derve.
MALBATAN DERP KIRIN
Malbatên di eywana rûniştinê de bi çepik û dûrişmeya "Qeza nîne cînayet e" rewşê şermezar kirin. Demeke dirêj heyeta dadgehê nehat hundir. Deriyê girtî yê eywana rûniştinê li ser zora beşdarvanan vebû. Li ser vê yekê hin malbatên ku xwestin bikevin hundir ji aliyê polisan ve hatin derpkirin. Bi navbeynkariya parêzeran malbatên ku li ber derî jî bûn ketin hundir. Hin malbat rewşa wan xera bû û krîz derbas kirin. Îsmaîl Kartal ku di qezayê de dayik û bavê wî jiyana xwe ji dest dabûn, di rûniştinê de şopên derpkirinê yên ku dema têketinê ji aliyê polisan ve hat derbkirin nîşanî heyeta dadgehê da.
PARÊZER AXIVÎN
Piştî ku heyeta dadgehê cihê xwe girt, di rûniştinê de parêzaran mafê axaftinê girt û bertek nîşanî nêzikbûna heyeta dadgehê ya rûniştinê û derpkirina malbat û beşdarvanên dozê dan. Parêzeran daxwaz kir ku derbarê kesên êrîş pêk anîne û malbatan derp kirine de lêpirsîn bê destpêkirin. Heyeta dadgehê ragihand ku bi yekdengî daxwaza serlêdana sûc a ji bo polisên êrîşkar red kiriye. Paşê dema ku parêzeran derpkirina xwe vedigotin nêrîna dozger jê hat pirsîn. Dozger daxwaz kir ku derbarê berpirsyaran de serlêdana sûc bê kirin. Heyeta dadgehê di biryara xwe de angaşt kir ku kesên di eywanê de ji bo wan fermanê bê qanûn dane û ragihand ku xwe ji dozê vekişandine. Heyetê biryara xwe da û ji eywanê veqetiya. Di vê navberê de heyet bi dûrişmeya "We li welat adalet nehişt" hat şermezarkirin.
Dosya ji bo nirxandina biryara vekişandina heyeta dadgehê ji Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Çorlûyê hat kirin.