ŞIRNEX - 8’emîn danişîna rojnameger Ziya Ataman ê 3 salin girtiye dê sibê bê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin.
8’emîn danişîna doza darizandina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin Ziya Ataman ê ji 11’ê Nîsana 2016’an ve girtiye û 9 jê girtî 19 kesan dê sibe li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin. Ataman dê ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe.
Di doza ev 3 salin dewam dike de, hemû şahidan diyar kiribûn ku dibin îşkencê de îfade dane û îfadeyên di girtekan de bi darê zorê îmze kirine. Lê ligel vê yekê jî Ataman nayê berdan. Di danişîna herî dawî ya di 28’ê Gulanê hat dîtin de, şahid Ûgûr Eyînç ê heya niha ji ber îftirafkariyê 22 caran lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin, diyar kiribû ku ji ber xwendin û nivîsandina wî tuneye, di dema lêpirsînê de beyî ku îfedayan bixwîne îmze kirine.
Parêzerê Ataman Bariş Oflas, diyar kir ku derbarê muwekîlê wî de du sûcdarî hene û wiha got: “Tu delîlên ku Ataman beşdarî pevçûnên bûye tuneye. Di pevçûnên salên derbas bûyî de Ataman li gel xizmên xwe bûye. Nişeyên ku navê muwekîlê wî li ser hatine dîtin jî, tu rastiya xwe tuneye.”