SÊWAS - Di 26’emîn salvegera komkujiya Madimakê de bi deh hezaran kesên li Sêwasê kom bûn, bi dirûşmeya “Em ê hesabê Sêwasê bipirsin" dimeşin Otela Madimakê ku komkujî lê pêk hatibû.
Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de dema Şahiya Pir Sultan Abdal li Otela Madimak a Sêwasê wek hatibû, ji aliyê komekê ve otel hatibû şewitandin û 33 kesên rewşenbir, nivîskar û 2 personelên Otelê di otela Madimakê de hatibûn şewitandin. Di 26'emîn salvegera komkujiya Madimakê de bi hed hezaran kesên li Sêwasê kom bûn, bi boneya bîranîna kesên hatin kuştin dimeşin Otela Madimakê. Di pêşengiya Komeleyên Elewiyan de bi deh hezaran nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl li pêş Komeleya Çanda Elewiyan a Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Sêwasê kom bûn û heta Otela Madimakê dest bi meşê kirin. Bi deh hezaran kesên li pêş Cemxane ya Vakfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaşi Velî û Şaxa PSAKD'ê ya Sêwasê kom bûn, dest bi meşê kirin. Nûnerên Komeleya Haci Bektaşi Velî, Komeleya Çanda Alewî, (AKD), Federesayona Alewî Bektaşî (ABF), Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Komeleya Divrîgî Koy, Platforma Demokratîk a Sêwasê, HDP, CHP, DBP, Mala Gel, Tevgera Kizilbaş a Şoreşger, Partîzan, Partiya Kedê, (EMEP) û gelek nûnerên rêxistinên demokratik amade bûn.
Girseyên ku li 2 nokteyan kom bûn meşiyan kolana Fidanlikê Girse piştî li vê kolanê gihiştin hev berê xwe dan Otela Madimakê. Girsê di meşê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin û dirûşmeyên “Me Sêwas ji bîr nekir", “Li dijî Faşizmê mil bidin mil", “Pîr sultan namirin, berxwedan mezin dibe" û “Wê hesabê Sêwasê bê pirsîn" berz kirin.
Polîsan berî bîranênê derdora Otela Madimakê kirin çemberê. Di dema lêgerîna her du cihên kontrolê de girseyê dirûşmeyên "Dewleta qatil dê hesab bide" û "Ronahiya Sêwasê dê venemire" berz kirin.
‘DIVÊ DEWLET RASTIYA SÊWASÊ NAS BIKE'
Girseya ku Qada Walîtiyê tije kir, tenê destûr hat dayîn ku Serokê Giştî yê PSAKD Ganî Kaplan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn biçin ber Otela Madîmak û qûrnefîl danîn.
Dûr e axaftin hatin kirin û peyamên girîng hatin dayîn. Di axaftin û peyaman de hat xwest ku dewlet rastiya Sêwasê nas bike û daxwaza edaletê hat kirin. Piştre dirûşme hatin berzkirin, girseyê bi dengên bilind li tilîlî, fîtik û çepikan xistin.