XARPÊT - Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê ji ber nivîseke wî ya nehatiye weşandin, 11 roj cezayê hucreyê li girtî Lokman Aslan birî û heta salekî hevdîtinên vekirî û girtî jê re qedexe kir.
Li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, rêveberiya girtîgehê cezayek gelek balkêş li girtî Lokman Aslan birî. Li gorî agahiyên ku malbata girtî Aslan da, nivîseke Aslan ku li ser kurd û tirkmenên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîsandiye, di lêgerîneke gardiyanan de tê desteserkirin. Di encama vekolînên ku li ser nivîsê tên kirin, li gel ku li tu cihê nehatiye weşandin jî rêveberiya girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê li Aslan dibire û heta salekî hevdîtinên vekirî û girtî jê re qedexe dike.