Temellî: Werin em bi hevre Peymana Civakî ava bikin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di koma HDP'ê ya meclîsê de bang li hemû rêxistinên civakî, partiyên siyasî, jin, ciwan, karker, kedkar û hemû beşên civakê kir û xwest li dijî kedxwarî, şer, faşîzmê bi hevre Peymana Civakî û Makeqanûna Demokratîk ava bikin. Temellî, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ji bo Ocalan karibe rola xwe bilîze divê bi temamî derî vebe û karibe bi her kesî re hevdîtinan bike." 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna Koma HDP'ê ya li Meclîsê de axivî û geşedanên dawî nirxand. Temellî ewil bal kişand ser komkujiya Madimak a Sêwasê û komkujî şermezar kir. Temelllî, anî ziman ku feraseta komkujiya Sêwasê hêj didome û xwest her kes li dijî van komkujiyan têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin. 
 
Temellî, bertek nîşanî serdegirtina mala Endama Meclîsa Şaredariyê ya Serêkaniyê û binçavkirinê da û wiha got: "Li Pirsusê 17 kesan malbata Şenyaşar qetil kir. Li Sîweregê ji malbatekê 4 kes kuştin. Lê hêj kesek nehatiye binçavkirin. Li aliyê din li Serêkaniyê bi ser malbata Endama Meclîsa Şaredariyê de digire û mirov binçav kirin. Hêj hesabê komkujiya Pirsûsê nehatiye pirsin. Ev îktidar îktîdara zilmê û tundiyê ye. Feraseta gel dixe bin cendereya zilmê ye. Emê li dijî vê ferasetê têkoşîna demokrasiyê xurt û mezin bikin."  
 
POLÎTÎKAYA BÊ MIROVHIŞTINÊ DIMEŞÎNIN
 
Temellî, bal kiyşand ser êrîşên li hundir û dervê sînor û wiha lê zêde kir. "Êrîş tenê ne li Serêkaniyê ne. Tenê ne li hundir in. Li devre jî didome. Operasyonên dervê sînor jî hene. Li êrîşa ku li Xakurkê û Kortekê pêk hat binerin. Dîsa li Korketê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn. Operasyonên dervê sînor mirovan ji cih û warên wan dikin. Ji Efrînê dest pê kirin, niha li Xakurkê berdewam dikin. Polîtîkayên bê mirovhiştinê bûne polîtîkaya sereke. Operasyona li Efrînê jî û Operasyona li Xakurkê jî li dijî yekîtiya axê ye. Divê hûn hurmetê ji yekîtiya axê re bigirin."  
 
'BILA HEVDÎTINÊN BI OCALAN RE BIDOMIN' 
 
-Temellî, bal kişand ser ziyareta Erdogan a Zîrveya G-20'an û destnîşan kir ku hevdîtin li ser feraseta qirêj didome û wiha lê zêde kir: "Dibêjin Kurd û Tirk nabin yek. Em ê nişan bidin ku Kurd û Tirk wê bi hevre bijîn û bi hevre aştiyê ava bikin. Li Idlibê şer didome. Ji ber ku ev îktîdar li ser bêçareseriyê xwe ava dike. Sedema tecrîda mutlak jî ev yek e. Li zindanan ji bo rê li pêş aştî û demokrasiyê gavek girîng hat avêtin. Lê ev yek têr nake. Piştî gelê Tirkiye bi Îmraliyê re hat cem hev, divê deriyê Îmraliyê negirin. Em dibêjin bila hevdîtina bi Ocalan re bidome. Bila tenê bi parêzeran re bi sînor nemîne. Dest ji vê dijminandiyê berdin. Dest ji hesabê li ser Sûriye û Iraqê berdin. Dest ji vê feraseta Osmanî berdin. Bê bîra we demekê zarokên bi hêrs hebûn. Kesê got 'Ezê bi wan re biçim li Şamê nimêj bikim' Hebû. Wêrojê gotiye 'Ez ê 3 rojan bêdemg bim' Em jî dibêjin tu her dem bêdeng be."  
 
'EV HIKÛMET A ZEMÊ Û KRÎZÊ YE' 
 
Temellî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên Aboriyê û wiha got: "Niha qala eyarên fabrîyan dikin. Vegerin eyarên fabrîqeyan wê çi bibe. Vana biçin bazara kêçan, bazar jî wan qebûl nekin. Divê em bi hevre siyasetek nû ava bikin. Niha serê sibê em rabûn lîtreya benzînê 7 tl derbas kir. Şekir, Xaza Xwezayî, çay û her tişt buha bû. Ev hikûmeta zemmê ye. Fatûra hemû krîzê li ser piyta gel bar dikin. Kedê dixwin û xwezayê talan dikin. Talankirina hem dîrok, hem jî xweza li Heskîfê li pêş çavan e. Kedxwarî li înşaetan li pêş çavan e. Valahiya Butçeyê 80 milyar dolar e. Dixwazin bi ava kişandinê aş bigerînin. Bi ava kişandinê aş nazîvire. Polîtîka derve û polîtîka aborî tune. Li G-20 bên cem hev jî di G-20'an de di rêza 20'an de ye. Salek din G-20 jî wan qebûl nake. Gelê cîhanê, Gelê Rojhilata Navîn û Gelê Fîlîstînê tev mexdûr e. Sedema vana tevan G-20 e." 
 
'EMÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BI RÊXISTIN BIKIN'
 
Temellî, bal kişand ser hilbijartina Stenbolê û îtîqa demokrasiyê û wiha berdewam kir: "Di hilbijartina Stenbolê de em bûn Şirnex, Mûş. We hevîya siyaseta Tirkiye bêtir mezin kir. Dem dema siyaseta nû ye. We rêya vê siyaseta nû li Stenbolê vekir. Li bajarê kedê we hev rê vekir. Li Stenbolê bi kedkaran re we îtîrazek mezin bi rêxistin kir. Dîsa bi îtîraza jinan li dijî zilm û tundiya li hemberî jinê we ev îtîraz bi rêxistin kir. Ji bo li dijî faşîzmê, emê aştiyê bi rêxistin bikin. Niha rêya nû vebûye. Dema me Îtîfaqa Demokrasiyê anî ziman me bang li hemû gelê Tirkiye kir. Bi pergala Serokomariyê Tirkiye bi rêve nameşe. Bi vê krîzê bi vê pergalê rê nameşe. Ji ber vê yekê divê rêyek nû bê vekirin."  
Ev Mekaqanûn makeqanûna 12'ê ÎLonê û contayê ye. Ev makeqanûn ne ya jin, ciwan kedkar û civakê ye. Ev makeqanûn ya 5 Generalên ku li hev kom bûne ye. Bi vê makeqanûnê Tirkiye nameşe. Bi vê yekê dînamît xistine bin Tirikye. Îro daraz ne serbixwe ye. Îro aborî têk çûye. Îro tu tişt bi rêve nabe. Sedema vê yekê Rejîma Yek Zilamî ye. Rejîma Yek Zilamî ye. Têkçûn e. Wekî xwe xwe ji Balafirê bê Paraşût bavêjin. Ser serî diçin. " 
Nelirêtî xizanî feqîrî her ku diçe mezin dibe. Divlê em bi hevre çareyê ji vê yekê re bibînin."  
 
'WERIN EM BI HEVRE LI DORA PEYMANA CIVAKÎ BIBIN YEK' 
 
Temellî, herî dawî bang li hemû beşên civakê kir ku li dora Peymana Civakî bibin yek û wiha bi dawî kir: "Werin em bi heve gavên nû bavêjin. Divê em hesabê hemû paşerojê bikin. Divê em xwe ji pêşdarazan rizgar bikin. Em wekî HDP'ê bang li hemû partiyên siyasî, jin, ciwan, karker û kedkaran dikin ku em bi hevre li dijî faşîzmê muzakereya têkoşînê mezin bikin. Werin em bi hevre Peymana Civakî yanî Makeqanûna Civakî em bên cem hev û rêya demokrasiyê vekin. Werin em li ser navê demokrasî û aştiyê bi hevre  gavan bavêjin. Em ranewestin ku hin kes li ser navê me Qanûna nû avabikin. Werin em kesên xwedî vîna li Welatê Hevpar bijîn vê Peymana Civakî ava bikin. Ger ku me li dora Peymana Civakî kom nebin wê demê wê xizanî û nelirêtî bibin qedera me. Ger ku em vê yekê bi ser bikevin wê demê emê karibin li pêşeroja zarokên xwe xwedî derkevin. Makeqanûna Nû divê rê li pêş Jiyana Nû veke. Divê di vê Qanûna Nû de jin, ciwan, gel, kedkar û hemû reng hebin. Divê feraseta jiyana civakî bihûne hebe. Ger ku em gavek wisa bavêjin wê bandorê li ser Rojhilata Navîn û Cîhanê jî veke. Bes e em ji polîtîkayên şer xwe rizgar bikin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/07/2019
14:37 Otobusa şaredariyê li TIR’ê qelibî: Kesek birîndar bû
14:37 Zarokê ku înşeata nexweşxaneyê dihat xebitandin bi ceryanê ve zeliqî
14:25 Traktor qulipî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:49 KNK’ê bi 28 partiyên siyasî re civîn li dar xist
13:42 'Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê' dest pê kir
13:36 Bertekên li dijî guhertina logoya Şaredariya Midyadê didomin: Feraseta înkarê ye
13:35 Ji ber 'biçûkxistina serokkomar' 4 sal ceza jê re hat xwestin
12:25 Kiliç ê li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî li paş xwe nişe hişt
12:12 DBP’iyên dihatin şopandin serî li ÎHD'ê û dozgeriyê dan
11:52 Danişîna doza karesata yurda Aladagê dest pê kir
11:34 Şaredariya HDP'ê ji sedî 50 jinan digire kar
11:33 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:33 Ji bo bîrdariya 10'ê Cotmehê li benda bersîva Mansur Yavaş in
10:06 Cenazeyê Kiliç nedan malbatê
10:05 Karkerên tersxaneyên Tûzlayê: Şert û mercên xerab dibe sedema gelek nexweşiyan
10:01 Angaşta revandineke din: Em te bişînin çiya
09:14 Delîlên birîndarkirina Yakut ji dosyayê derxistin
09:13 Mal û milkên Şaredariya Pirsûsê hîbeyî emniyet, miftîtî û qeymeqamiya kirin
09:12 Sûriyeyî êdî nikarin bi tena serê xwe li taxê bigerin: Çi biqewime dixin stuyê me
09:11 Petrol-Îş: Em ê bi têkoşînê mafên xwe yên hatine xespkirin bi dest bixin
09:11 Şener: Wê Erdogan bi heman pergalê ber bi hilbijartineke nû ve neçe
09:10 Li Cemxaneya Dîlokê hem çanda xwe hîn dibin hem jî werzîşê dikin
09:09 Ciwanên Kadîfekaleyê: Her der bûye cihê tiryakkêş û tiryakfiroşan
09:08 Li ser Girê Qasimiyê yê dîrokî binkeya leşkerî hat avakirin!
09:08 Li bersûcê ku li hevjîna xwe xist tenê hezar û 500 lîre ceza birîn
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHÊ
03/07/2019
21:52 Dîwana Muzîkê ya Ma Musîcê bi eleqeyeke mezin bi dawî bû
19:48 Hat derpêşkirin ku li Kandirayê girtiyekî dawî li jiyana xwe aniye
16:58 Gunay: Bersuc bi kijan sedemê tahliye kirin?
16:43 Qeymeqamiya Giyadînê polîsan parast
16:31 Şaredariya Cizîrê biryar da ku ‘Komîsyona Têkoşînê ya li dijî Tiryakê’ ava bike
16:01 Jinên HDP’î sersaxî ji malbata Canan Akar re xwestin
15:40 Hevşaredarên Qoser û Stewrê diyar bûn
15:39 Îmamoglu: Ez dixwazim Demîrtaş ziyaret bikim
15:17 Çû şaredariyê û got ‘Ez li vir dewlet im!’
15:05 Rewşenbiran li dijî operasyona TSK'ê îmze dan parlamentoya Iraqê
14:10 G-20 û kurd
14:10 DBP’ê hevserokê xwe yê Agiriyê sewqî îxracê kir
14:04 Êrîşa li Giyadînê li gellek deveran hat şermezarkirin
12:36 Li Girtîtgeha Panosê girtî derp kirin
12:35 Cenazeyê Engîn Eroglu hat dîtin
12:22 Di doza qezaya trênê ya Çorlûyê de heyetê xwe vekişand
12:21 Hevşaredarên Peyas û Yenîşehîrê diyar bûn
12:19 Di 15 mehan de 67 sivîl li Erfînê hatin kuştin
11:35 Reqemên enflasyonê yên meha hezîranê eşkere bûn
11:34 16 û 8 meh ceza dan Dîlara Kunîlî
11:09 Leşkeran di operasyona Lîcê de 15 şikeftên dîrokê rûxandin
11:03 Danişîna doza Facîaya trênê ya Çorlu dest pê kir
11:02 Dozger di doza Ozgur Gundemê de ji bo mutalaayê dem xwest
10:48 HDP: Êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadînê bi plana dewletê ye
10:41 Ji DAIŞ'ê reviya weke piyanîst vedigere Kobanê
10:38 Danişîna Rojnameger Ataman ê 3 salin girtî tê darizandin sibeye
10:14 Dersîmî: Projeya Çavkaniyên Mûnzûrê êrîşa li dijî nirxên pîroz e
10:08 Di doza Aladagê de li bendêye ku sucdar bên cezakirin
09:42 ‘Bila bibe gava yekemîn a Aştiya Bi Rûmet a Civakî'
09:21 ‘Her gava ku bi gelê Kurd re bê avêtin, dê qedera Rojhilata Navîn diyar bike’
09:19 Li rêveberên MARSÛ'yê lêpirsîna 'nelirêtiyê' vekirin
09:19 Ciwanên HDP'î li dijî binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dan
09:18 Krîzê bandor li dezgehên karên destkariyê jî kir
09:18 Berhevkirina mişmişên Îdirê dest pê kir
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHÊ
02/07/2019
22:35 Komkujiya Otêla Madimakê şermezar kirin
21:16 Konserên şagirtên Ma Muzîkê didomin
21:02 Polîsan avêt ser avahiya Şaredariya Giyadînê û hevşaredar derb kirin!
18:56 Mertalên zindî 8 rojin li dijî operasyona TSK'ê nobetê digirin
17:48 'Divê dewlet rastiya Sêwasê nas bike'
17:00 Jinek li Payizavayê bi guman mir
16:50 Li Reqa di nava gorek komî de 190 cenaze hatin dîtin
16:14 Serokê AKP’yî heqaret li Mînaz a HDP’î kir
16:11 Ji ber nivîsa xwe ya ku nehatiye weşandin ceza xwar
15:58 Di salvegera 26'emîn de gotin ‘Me Sêwasê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin’
15:10 Wargeha xwendekaran a Terîqeta Suleymaniyan şewitî
14:17 'Em ê daxwazên kedkarên tenduristiyê bibin maseya TÎS'ê'
13:42 Temellî: Werin em bi hevre Peymana Civakî ava bikin
13:33 Zaroka dibin televizyona qulipî de ma jiyana xwe ji dest da
12:54 KCD: Hişmeniya Komkujiya Sêwasê kir û DAIŞ yek e
12:48 Petrol-Îş biryara YHK'ê nas nake
12:10 Şaredariya Qoserê navê 4 parkan paşve stendin
11:59 Hevşaredarên Wanê nêrîn û pêşniyarên taxiyan girt
11:58 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:36 HDP, CHP û ÎP şerh danîn pêş Qanûna Tapuyê
11:35 Biradosta dibin bombebaranê de vegot
10:55 Ji HDP'ê ekîba 'Makeqanûna Demokratîk'
10:42 Li Zozanên Kato di demsala havînê de Bihar e
10:42 QSD'ê plana Neteweyên Yekbûyî îmze kir
10:06 Di 6 mehan de li Amedê 912 kargeh hatin girtin
09:52 Duh hildan jor îro doz lê vekirin
09:34 Armanc; hilberîna bi milyonan kulîlk in
09:31 'Qanûn, tecawizkaran diparêzin'
09:28 Li Bodrûmê îsal jî 'her sal xwezî bi par' e: Otêl vala ne
09:26 Polîsan îtirafkarî li ciwanan ferz kir
09:25 Bangawaziya ji bo danişîna biryargirtinê ya karesata li Aladagê
09:24 Karkerên ji bo piştevaniyê bang kirin
09:24 Parêzer Kûnt: Divê em ji bo mafê nefeqeyê têbikoşin
09:23 Ji bo 50 lirayî 14 saetan di bin Rojê de karê qazme dikin
09:22 Ji bo îşkenceya li xelfetiyê lêpirsîn hat destpêkirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHÊ
01/07/2019
16:40 HDP'yî çûn serdana Îmamoglu û ew pîroz kirin
16:18 Oluç: Pêdiviyek bi guherandina Destûra Bingehîn heye
16:03 Baroyên herêmê: Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd e