AMED - Karkerê bi navê Yavûz Oktay ku serokê AKP'î Huseyîn Beyoglû (ji aliyê YSK'ê ve tayînî Şaredariya Rezan hatibû kirin) ew girtibû kar û ji aliyê Koma HDP'ê ya Meclisa Şaredariyê ve hat tespîtkirin ku nayê şaredariyê, ji kar hat derxistin.
Di Hilbijartina 31'ê Adarê de namzetê HDP'ê navçeya Rezan a Amedê Zeyat Ceylan, ji sedî 71'ê dengan girt û ji aliyê gel ve wek hevşaredar hat hilbijartin. Lê Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi hinceta ku bi KHK'ê ji kar hatibû avêtin, mazbatayê neda Ceylan û li şûna wî namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû ku tenê ji sedî 25.46'ê girtibû wek şaredar tayînî Şaredariya Rezan kir. Hat tespîtkirin ku serokê AKP'î Beyoglû, karkerê bi navê yavûz Oktay ku di 18'ê Hezîranê de ji bo Miduriyeta Karên Paqijyê girtiye kar, nayê şaredariyê. Di encama vekolînên Koma HDP'ê ya Meclisa Şaredariyê de derket holê ku Oktay ji 18'ê Hezîranê roja ji bo kar hatiye girtin heta 28'ê Hezîranê qet nehatiye kar. Li ser ragihandina rewşê ya koma HDP'ê Oktay ji kar hat derxistin.
Beyoglû di meha Gulanê de 146 karkerên ku Şaredariya Sûrê ji ber ku ji aliyê qeyûm ve bi awayekî 'nelirê' hatibûn girtin û ji kar derxistibûn jî di nav de 180 kesên nêzî AKP'ê girtibû kar.