AMED - Bersûca doza Sûrê Helîn Yapici, 2 sal û 2 meh in hêj dernexistine pêşberî dadgehê. Parêzera Yapici, Cemile Turhalli Balsak diyar kirine ku girtin lê kirine ceza û xwest ev yek bi dawî bibe.
Doza Sûrê ku 19 jê girtî 40 kes tên darizandin ji Gulana 2017’an heta niha li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin. Kesên piştî şer dest pê kir û li nava Sûrê asê man û piştî qedexe bi dawî bû hatin girtin, bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kirine" û "Endamtiya rêxistinê" tên darizandin. Der barê 40 kesan de bi îdîaya “Hewldana kuştina mirovan", "Kuştina mirovan" "Hewldana Guhertina Qanûna Bingehîn" îdîanameyek pêvek hat amadekirin û li dosyayê zêde kirin. Ji kesên doza Sûrê tên darizandin yek jê Hêlîn Yapici ya 3.5 salin tê darizandin e. Yapici di 19'ê Adara 2016'an de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Yapici, di Gulana 2017’an de beşdarî yekemîn danişînê bû û ji wê demê heta niha derneketiye pêşberî dadgehê. Gelek girtî sewqî Girtîgeha tîpa D û E yên Amedê hatin kirin. Lê Yapici wê demê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin û ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê kirin. Piştî danişîna destpêkê 10 danişîn derbas bûn, lê Yapici ji xeynî danişîna ewil tev li tu danişîna nekirine.
Parêzera Helîn Yapici’ Prz. Cemile Turhalli Balsak, têkildarî darizandina Yapici ji Ajansa Mezopotamya re axivî û wiha got: "Ji danişîna yekem û şûnde mafê Yapici yê darizandina adîl hatiye binpêkirin. Muwekilên min ji danişîna ewil û şûnde her dem rastî mudaxaleyan hatin. Parêzer jî rastî mudaxaleyan hatin. Yek ji perçeyê darizandina adîl mafê parastinê ye. Ger ku bersûc û parêzer nikaribin parastinê bikin wê demê mafê darizandina adîl ji holê radibe. Di danişînê de bersûc û parêzerên bersûcan rastî mudaxaleyê hatin û mafê parastinê hatiye binpêkirin. Mafê bersûc ê bersîvê û parastinê heye. Lê ev maf ji destê bersûc hatiye girtin û mafê darizandina adîl hatiye binpêkirin. Piştî muwekila min hat neqilkirin bi rêya SEGBİS'ê jî tev li danişînê nekirin. Di 10'ê Hezîrana 2019’an de danişîna 10’emîn hat dîtin. Ji bo muwekila min tev li danişînê bibe em dixwazin biryara navberê bê dayîn. Muvekîla me zêdeyî 3 sal in girtî ye. Ev rewş raste rast mudaxaleya azadiya mafê kesan e. Divê bersûc tev li danişînê bibe û karibe xwe biparêze."
Turhanli, anî ziman ku di danişînê de gelek daxwazên wan ji heyeta dadgehê çêbûn, lê hemû daxwazên wan hatin redkirin. Çima muwekilê me tev li danişinê nakin an jî bi rêya SEGBİS'ê beşdar nakin tu daxuyanî nedane. Tenê dibêjin pirsgirêka SEGBİS'ê heye û derbas dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Niha bi vî rengî bêyî bê darizandin hatiye cezakirin. Muwekila min girtina wê lê zivirandina ceza. Em dixwazin mafê wan ê parastinê bê dayîn."
MA / Aydin Atay