MÊRDÎN - Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Dêrikê di bin deynan de hiştiye, ji bo ku wesayîtekî emniyetê re bi bexşîne meclisa şaredariyê bi awayekî 'awerte' li hev civandiye û weke hinceta hîbeyê jî 'bergirîkirina êrîşan' nîşan daye.
Di lêkolînên têkildarî lêçûnên dema rêveberiya qeyûm a Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê ku di Hilbijartina 31'ê Adarê de ket destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de weke berê jî hatibû aşkerakirin, derket holê ku hemû deynê şaredariyê di seriya 15 milyon TL'yî de ye. Ji aliyê komîsyona HDP'ê ve hat tespîtkirin ferqa ku ji ber neragihandina deynan a bi awayekî zelal a rêveberên ku dema qeyûm li yekîneyên şaredariyê hatine bicihkirin, derketiye ser 2 milyonan TL'yî. Her wiha hat hînbûn ku bi giştî deynê şaredariyê bûye 17 milyon û 71 hezar TL.
JI BO BEXŞANDINÊ BI 'AWERTE' LI HEV CIVIYAN
Şaredariya HDP'ê ku ji bo bidawîkirina texrîbatên dema qeyûm re mijûl dibe, bi hinceta îadekirina navê Parka Ûgûr Kaymaz ku dema qeyûm navê wê hatibû guhertin, di vekolîneke pişkîner re derbas bû. Li gel vê yekê şaredarî ji 15'ê Nîsanê ve ku hatiye ser kar heta niha 857 hezar û 200 TL deynê şaredariyê razandiye. Di vekolînên têkildarî dema qeyûm de hûrgiliyên nû derketi holê. Derket holê ku wesayîta bi marqa Nissan Navara ya arazî ku dema qeyûm hatiye kirîn û Jammer (sînyal bir) pêveye, li ser daxwaza Miduriyeta Polisan a Dêrikê bê berdêl ji miduriyetê re hatiye bexşandin.
HINCETA BEXAŞANDÊ JÎ BERGÎKIRINA ÊRÎŞAN E
Wesayît beriya hilbijartinê di 15'ê Adarê de hatiye dewrkirin. Di dema qeyûm de ji bo kirariyên dewrkirinê Meclisa Şaredariyê ku ji Hasan Kafkas û 2 endamên pêk hatiye bi awayekî 'awerte' li hev civiyaye ev yek di ewraqên fermî de jî cih digire. Ji bo hinceta bexşandina wesayîtê jî ev tişt hatine gotin: "Bi armanca pêşîlêgirtina êrîşên muhtemel ên ku ji aliyê rêxistina terorê ya dabeşker ve pêk bên û ji bo sûdwergirtina peywirdarên ewlehiyê, di civîna awerte ya di 15'ê Adara 2018'an de ji aliyê meclisa me ve bi yekdengî biryar hat dayîn ku wesayît bê berdêl ji Miduriyeta Polisan a Dêrikê re bê bexşandin.
JI MIDURIYETA PERWERDEYÊ RE ÇÊYA 25 SALÎ
Ji bilî wesayîtê derket holê kargehên ku di bin bînaya berê ya şaredariyê ku dema qeyûm hat hilweşandin de tên çêkirin jî hatine terxankirin. Kargeha herî mezin a ku di bin bînayê de hê jî lêkirina wê didome ji aliyê qeyûm ve ji bo 25 salan ji Miduriyeta Perwerdeyê ya Navçeyê re hatiye terxankirin.