STENBOL - Di ser Komkujiya Madimakê de 26 sal derbas bûn. Keça Metîn Altiok ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Zeynep Altiok diyar kir ku gotarên kînê ku di komkujiyê de derketin holê, îro jî berdewam dikin û wiha got: "Feyda vî zimanê dîkekar û cihêkar ji kesî re tuneye."
Beriya 26 salan di 2'ê Tîrmeha 1993'an de helbestkar, nivîskar, hunermend û gelek ronakbir jî di nav de 33 kes li Otela Madimakê bi awayekî wehşî hatin şewitandin û qetilkirin. Azîz Nesîn, Asaf Koçak, Edîbe Sulari, Behçet Aysan, Metîn Altiok, Ûgûr Kaynar, Hasret Gultekîn, Nesîmî Çîmen, Asim Bezîrcî û gelek nivîskar, helbestkar, hunermend û rokakbir ji bo bîranîna Pîr Sûltan Abdal hatibûn Siwasê. Provakasyona ku rê li ber komkujiyê vekir di 1'ê Tîrmeha 1993'an de bi bernameya îmze-sohbetê ya ku li Medreseya Bûrûciyeyê hat lidarxistin, dest pê kir. Ew roj belavokên ku li ser wan nivîsa 'Bi awayekî nemerdane çêr li beyta Xwedê û Quranê tê kirin û êrîşî namûs û ezeta bawermanedan dikin" hatibûn nivîsandin hatibûn çapkirin û li malan hatibû belavkirin. Roja 2'ê Tîrmehê jî komên ku ji nimêja înê derketin êrîşî Otele Madimakê kirin. Ne polisan ne jî leşkeran mudaxaleyî êrîşa ku bi saetan berdewam kir, nekirin. Piştî 8 saetan kesên di otelê de piştgirî xwestin. Li gel gihandina rayedarên herî bilind jî pêşî li komkujiyê nehate girtin. Şeva 2'ê Tîrmehê 33 can û 2 peywirdarê otelê jiyan xwe ji dest dan. Dewletê heta 8 saetan jî mudaxaleyî êrîşê nekir û dema êrîşkeran beraliyê Walitiyê bûn dest bi mudaxaleyê kir û 2 êrîşkar kuştin.
Keça nivîskar û helbestkar Metîn Altiok ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da parlamenterê berê ya CHP'ê Zeynep Altiok komkıjiya ku 26 berê pêk hat vegot.
'TU TIŞT HEMA PÊ RE ÇÊNEBÛ'
Altiok diyar kir ku bingeha komkujiyê di salên 80'yî de hatine amadekirin û wiha axivî: "Projeya şoreşa dijberî guhertina Tirkiyeyê hebû. Serdemeke ku hewl dihat dayîn li şûna berdewamkirina komarê mêjiyekî rastgir ê îslamî bê bicihkirin. Mixabin rabirûdiya me bi êşên bi vî rengî têje ye. Tu tişt pê re çênebû. Jixwe salên 1990'î salên ku zihniyeta paşverû dixwest xwe bi cih bike bûn. Dema komkujî pêk hat ez 23 salî bûm. Bi awayekî zelal diyar bû ku xwe bi plan û bername amade kirine. Belavokên ku bi mehan beriya şahiyê ji aliyê şaredariyê ve hatibûn amadekirin, nivîsên ku kes têde weke hedef dihat nîşandan û gotarên kînê ku dihat belavkirin têra vegotina planên tiştên ku pêk hatine dike."
'KOMAR HEDEF HAT GIRTIN'
Altiok destnîşan kir ku bi vê komkujiyê komar hedef hatiye girtin û wiha got: "Dûrişmeyên mîna "Bimirê laîkî" , "Komar li vir ava bû dê li vir têk biçe" , "Kafiran bişewitînin" ku dema êrîşê hatin avêtin, armanca komkujiyê bi awayekî zelal radixistin ber çavan."
'GOTARÊN KÎNÊ 26 SAL IN DIDOMIN'
Altiok da zanîn ku gotarên kînê ku di komkujiyê de derketine holê 26 salin didomin û ev tişt anî ziman: "AKP îro hebûna xwe bi cihêkirina civakê û belavkirina çand bi kîn dide domandin. Feyda vî zimanê dîkekar û cihêkar ji tu kesî re tuneye. Pêwîstiya me ew e ku vê cihêkariyê rojek zûtir bi dawî bibe. Divê rojek zûtir welat aram bibe û êşên berê bên qebûlkirin. Êdî bes em ji kînê rizgar bibin. Divê em civakeke hê bi wijdan ava bikin."