ÎZMÎR - Azîz Ozalp yê li Navçeya Karabaglar a Îzmîrê dijî diyar kir ku ji 24'ê Hezîranê û şûnde agahî ji hevjîna xwe Rabîa Ozalp û keça xwe Asmin Rumeysa agahî negirtiye. Ozalp, anî ziman ku ew difike ku hevjîna wî tev li DAIŞ'ê bûye û wiha got: "Ji roja hevjîna min çû xwarziyên min Zîlan, Sultan û Harun Bezenmiş ên li Amedê dijîn jî winda bûne û gahî ji wan nayê girtin.
Azîz Ozalp ê li Navçeya Karabaglar a Îzmirê dijî Azîz Ozalp, diyar kir ku ji şeva 24'ê Hezîranê ve hevjîna wî Rabîa Ozlap (28) û keça wî Asmin Rumeysa (6) winda bûye û agahî ji wan nagire. Azîz Ozalp anî ziman ku hevjîna wî got "Ez diçim mala hevalê xwe" û bi fikar e ku hevjîna wî û keça wî tev li DAIŞ'ê bûbin. Ozalp, anî ziman ku di demên dawî de di liv û tevgera hejnîna wî de hin guhertin peş ketin û wiha got: "Hevjîna min xwest fêrî Kuranê bibe. Dem bi dem li ser malperên înternetê ji komên “Tevhid Ehil” re nivîs nivîsandin. Ev kesên girêdayî van komên olî ji xeynî xwe kesên din nas nakin. Ne Komara Tirkiye û ne zagonên Tirkiye nas dikin. Hevjîna min car bi carn bi xwarzimên min ên li Amedê Zilan û Sultan Bezenmiş re diket nava diyalogê. Piştre ez fêr bûm ku xwarzimên min Zilan û Sultan tev li komên ‘Dara Tevhid' û ‘Tevhid Ehil’ bûye. Agahiyên ku fêr dibû bi meta xwe Rabia re parve dikin. Her dem di nava dan û stendinê de bûn. Piştre li ser koma Whatsappê dest axaftinê kirin û diyalog pêş xistin."
Ozalp, destnîşan kir ku berê wekî jinên muhafazakar cil li xwe dikir û ji dayik û bavê xwe re digot: ‘Hûn muşrik in, rêya heq nizanin. Quran heye, lê hûn li gorî qanûnê tev digerin. Ev qanûn ji bo me qîmeta wê tune ye' Tevhid Ehîl koma radîkal a piştgiriyê dide DAÎŞ'ê ye. Tu eleqeya vê komê û îslama rast bi hev tune ye. Îslam ji kesan re nabêje bila li dijî dayik û bavê xwe derkevin. Nabêje zarokê 6 salî bibe cîhanê. Bi gotina 'Em di rêya xwedê de ne. Em li gorî xadîse û ayetên Kuranı-Kerim tev digerin' mirovan dixapînin. Ji xeynî xwe her kesî re dibêjin ‘muşrik, kafir’."
'EZ DIXWAZIM KURÊ MIN BÊ DÎTIN'
Ozalp destnişan kir ku hevjîna wî destûr neda ku keça wî ya 6 salî biçe pêşdibistanê û wiha lê zêde kir: “Bi hinceta dibistanên tagutan e nexwest keça min bişîne dibistanê. Li Îzmirê Mala Pirtûkan a Vasat heye. Xwest zaroka me mişîne wir. Piştî min lêkolîn kir min dît ku têkiliya vir û DAIŞ'ê bi hevre heye. Li ser xediseyên olî xwendin û nivisê rê zarokan didin. Ez dixwazim keça min dîsa bidin min. Ger ku ew ji min re nînin jî bila cihekî bêjin ez biçim ji wir bînim. Me li Midûriyeta Polîsan a Îzmirê û Şaxa TEM'ê ya Îzmirê û serî li Şaxa Zarokan a Polîsan da. Em demek berî demekê dixazin zaroka xwe bibînin."
Meta Zîlan Sulan Bezenmiş û Harun Bezenmiş ên li Navçeya Peyasê ya Amedê dijîn Şukran Ozalp jî diyar kir ku biraziyên wê li ser Whatsapp bi koma Tevhîd re diyalog danîye û wiha got: "Ji bo tev li DAIŞ'ê bibin bi rêya Komê ji malê derketin. Xwişka min û biraziyên min bi rêya van koman tev li DAIŞ'ê bûne. Li gorî wan em tev muşrik bûn. Tenê ew misilman bûn. Bi çavê cuda li me dinerin. Digot hemû kesên zarokên xwe bişînin dibistanê tev kafîr in. Li ser rêya Whatsapp, Instagram û Telegramê têkilî pêş xistin Rabia pirtûkên Ebu Hanzala dixwendin. Xwişk û biraziyên min di ruyê koma Tevhid de çûn. Ji bo biçin Sûriye û tev li DAİŞ’ê bibin di bin zextek mezin debûn.
Herî dawî biraziyê min Harun jî kirin wekî xwe. Herî dawî bi rêya Înstegramê bi Harun Bezenmiş re axivîm. Got em başin me diçin cîhadê. Gotin 'Emê wekî misilman bimirin û biçin bihiştê' Em dixwazin dîsa hemû sax vegerin malên xwe."
Ozalp; destnîşan kir ku piştî hevjîna wî winda bû di heman rojê de biraziya wî Zîlan, Sultan û Harun Bezenmiş (24) jî windabûn.
MA / Esra Solin Dal