AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Kinaci (Zîlan) a PKK’yî li avahiya HDP’ê ya Amedê bi bîr anîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) a PKK’yî ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî li dar xist, li avahiya HDP’ê ya Amedê bernameyek amade kirin. Endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê aktîvîstên TJA), endam û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên xwe Winda kirinê (MEBYA -DER), endamên komeleya 78’an û gelek welatî amade bûn. Girsê bi rêzgirtinê û dirûşmeya “Şehîd namirin” dest bi bernameyê kirin. Pişti rêzgirtinê sinevizyona ku jiyana Zilan vedigot ha peşandan. Di bîranînê de aktivîsta TJA’yê Demet Ozkaran, anî ziman ku jina kurd ji serdema neolîtîkê heta îro pêşengî ji gelen Rojhilata Navîn re kiriye wiha axivî: “Dem dema 17 û 30’ê Hezîranê ye. Dem dema bîranîna jina azad e. Zîlan felsefeya jina azad; sekna xeta berxwedanê ye. Xeta hişmendiya erk a ku li hemberî jin û gelan rûyê xwe yê barbar li Kobanê di Daîşê de şênber kiriye, berxwedana Arîn Mîrkanê û xeta Zîlanê careke din danî holê ku heqîqeta azadiyê afirandî ye. Zîlan û Arînan careke din îspat kirin ku du lingên jiyana azad, sekin û rêxistinê ne. Ji ber ku jiyaneke ne azad, jiyan nîne. Yên ku şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin têne hezkirin.”
'ZÎLAN BÛ TOVÊ JIYANÊ'
Ji Meclîsa Dayikên Aşitiyê Meryem Soylû jî axivî û got: “Zilam pêşiya jinê girtibû. Lê bi saya Zîlanê niha bi hezaran jin li her derê liberxwe didin. Bi hezaran zarokên me navê wan Zîlan in. Bi Zîlanê cesaret girtine. Zîlan tovê jiyanê avêtiye. Ev tovê jiyanê êdî tu car kêm nabe. Zîlan nemiriye û hêj dijî.”
Bîranîn bi stranan bi dawî bû.