MÊRDÎN - Bavê girtiyê doza Nisêbînê Ramazan Eroglû ku berê pirsgirêkên wî yên derunî hebûn û dema binçavkirinê rastî îşkenceyan hatibû diyar kir ku kurê wî hişê xwe winda kiriye.
Hat ragihandin ku girtiyê doza Nisêbînê Ramazan Eroglû ku dema qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê di 26'ê Gulana 2016'an de hatibû binçavkirin û li Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê hişê xwe winda kiriye. Eroglû ku berê jî pirsgirêkên wî yên derûnî hebûn û dema binçavkirinê îşkence lê hatibû kirin, nedihat tedawîkirin. Bavê Eroglû Nûrûllah Eroglû ku beriya çend rojan çibû serdana kurê xwe diyar kir ku kurê wî li girtîgehê hişê xwe xwariye û nikare biaxive û wiha got: "Kurê min piştî ku ket girtîgehê hişê xwe winda kiriye. Qet neaxive. Nikare navê xwe jî bibêje. Tenê tê bîra wî ku ez bavê wî me. Qet tiştekî nabêje."
'ÇI BÛBE LI TRABZONÊ BÛYE'
Eroglû destnîşan kir ku gardiyanan jê re gotiye ku piştî ji maça fûtbôlê hatiye wiha bûye û ev tişt anî ziman: "Gotin ku birine nexweşxaneyê tedawî kirinê lê tu encam negirtine. Ez dixwazin kurê min rojek zûtir bibin nexweşxaneyê. Dozgeriyê got ku divê biçe Xarpêtê tedawî bibîne. Li gel vê yekê jî hê li girtîgehê tê girtin. Dibin nexweşxaneyê di kontroleke hêsan re derbas dikin û careke din tînin girtîgehê. Bi awayekî rêk û pêk nayê tedawîkirin. Heke bê tedawîkirin dê raporê bidinê. Ez çûm hevdîtinê di rewşeke ne baş de bû. Ji ber vê rewşa wî dilê min peritî. Ez dixwazim ku tedawiya wî were kirin."