MÊRDÎN – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz ku piştî 87 rojên greva birçîbûnê hat berdan, got: "Bi saya grevên birçîbûnê împaratoriya tirsê ya AKP'ê hat şikandin. Niha divê li başbûna tenduristiya xwe binerin. Divê em bi heman vînê ji bo tenduristiya xwe têbikoşin." Yilmaz bal kişand ser helwesta dozger jî û got: "Dozger ji min re got 'Tu ketiye greva birçîbûnê divê tu bimire' û ez xwest ez girtî bimînim."
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Nîzamettîn Yilmaz ku di 28'ê Adara 2018'an de li Dêrika Mêrdînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, di 26'ê Hezîranê de hat berdan. Yilmaz, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 87 rojan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de mabû.
‘DOZGER XWEST EZ LI GIRTÎGEHÊ BIMIRIM'
Yilmaz, bilêv kir ku kezeba wî heliyaye lê belê dîsa jî nehatiye berdan. Yilmaz, anî ziman ku ji ber nehatiye berdan nexweşîna wê girantir bûye û niha rîskek heye ku ev nexweşîn tesîrê li lebatên din bike. Yilmaz, diyar kir ku dema ew çûne dadgehê wan rapor berpêşî heyeta dadgehê kirine lê belê dîsa jît iştek neguheriye û got: "Tenê ji ber rojnamevan bûm hatim girtin. Dozgerê ku berê xwest bêm berdan, lê ji ber ketim greva birçîbûnê xwest ez di girtîgehê de bimînim. A rast dozger xwest di girtîgehê de bimirim. Dozger ji min re got 'tu ketiyî greva birçîbûnê, divê tu bimirî.'"
Yilmaz, bilêv kir ku piştî grevên birçîbûnê girtî baş nehatine tedawîkirin û got: "Diviya em biçin nexweşxaneyê, çimkî rewşa gelek hevaln xedar bû. Hevalên rewşa wan pir krîtîk hebûn. Lebatên hin hevalên me pir texrîb bibûn. Lê tenê bes bia wayekî formalîte xweîn ji me digirtin û tahlîl dikirin. Me nebirin nexweşxaneyê."
Yilmaz, anî ziman ku piştî rewşa wî û hin girtiyên din pir giran bûye wan birine nexweşxaneyê û got: "Piştî tedawiya li nexweşxaneyê derket holê ku kezeba min pir texrîb bûye. Hevalekî me yê din jî ko bibû. Rewşa Bayram Demîrhan jî pir xirab bû. Diviya wî bibirana nexweşxaneyekê û etdawî bikirana, lê belê wî li ser linga tedawî kirin. Diviya niha li enxweşxaneyê bûna, lê hîn jî di girtîgehê de ye."
VÎNEKE MEZIN
Yilmaz, destnîşan kir ku girtiyan bi greva birçîbûnê vîneke mezin nîşan dane û ew ê niha bi heman vînê ji bo başbûna tenduristiya xwe bitêkoşin. Yilmaz, got: "Grevên birçîbûnê gihaştin armanca xwe. Polîtîkaya AKP'ê têk çû. Bi saya grevên birçîbûnê împaratoriya tirsê ya AKP'ê hat şikandin. Niha divê li başbûna tenduristiya xwe binerin. Divê em bi heman vînê ji bo tenduristiya xwe bitêkoşin."
‘DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ'
Yilmaz, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Raporên van hevalan hene, lê dîsa jî nayên berdan. Divê ev mirov li enxweşxaneyan bên tedawîkirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Bi sedan kes ji ber sedemine biçûk girtî ne. Dewlet dixwaze cenaze ji girtîgehan derkevin. Her roj cenaze ji girtîgehan dertên lê tenê temaşe dike. Tenê ne AKP, Ewropa jî, rêxistinên civaka sivîl jî bêdeng in. Yek ji van girtiyên nexweş jî birayê min Şerafettîn Yilmaz e. Platînd i pişta wî de heye û xwîn ji madeya wî hat. Gurçikên wî jî nebaş in. Ev mirov nikare di girtîgehê de bijî. Nikare bi tena serê xwe serê xwe jî bişo. Şert û mercên girtîgehê ne li gor wî ne. Gelek raporên wî hene, lê wî bernadin. Divê em bibin dengê girtiyên nexweş."
MA / Ahmet Kanbal