COLEMÊRG - Li Colemêrgê, bi hatina havînê re welatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin û ji niha ve giya didirûn.
Li gundên Colemêrgê, bi hatina havînê re welatî dest bi dirûtina giya kirin. Her wiha ji xeynî gundiyan welatiyên li navenda Colemrêg û Wanê dijîn jî ji bo dirûtina giya berê xwe dan gundên xwe.
AMADEKARIYÊN JI BO ZIVISTANÊ
Li gundê Qewalê, welatî giya hem bi bîçeran hem jî bi tirpanan diçinînin. Piştî giya tê dirûtin, bi şîneyê tên hişkirin. Piştî çend rojan li ber tavê dihêlin gundî bi hev re giyayên dirûtine dikin qevd û ji bo zivistanê hiltînin. Suleyman Kanat, tevî malbata xwe hatiye gund û giya didirûn. Kanat, bilêv kir ku gundê wan gundekî berdar e lê belê ji ber polîtîkayên dewletê ew pir nikarin bên. Kanat, got: "Di salên 90'î de em ji gund hain derxistin û me berê wxe da navenda bajêr. Paşê piştî rê li ber vegera gundan vebû, êdî em car carina tên gund. Îsal jî em ji bo dirûtina giya hatine."
Kanat, bilêv kir ku li herêmê li cihên herî stratejîk qereqol hatine çêkirin û loma ew pir newêrin ji gund derkevin. Kanat, got: "Va hûn dibînin ew li ser girê li hermber Qereqola Meskenê heye. Loma em newêrin ji gund derkevin. Çimkî car carinan ev qereqol Çiyayê katoyê topbaran dike. Li hêla wî çiyayî mêrgên me hene. Lê mixabin ji ber vê em nikarin biçin."
Kanat, anî ziman ku dewlet dixwaze mirovan bi birçîbûnê terbiye bike. Kanat, diyar kir ku berê wan li gund karî, rêvas, hegedan, mendê, siyabo, bîk, catirk berhev dikirin û dixwarin û difirotin, lê belê niha qereqol nahêle ew berhev bikin. Kanat, got: "Yanî polîtîkaya dewletê kir ku êdî em nikaribin lic ihekî bihêwirin. Li her derî nebat hene, lê nahêlin. Bav û kalên me bi sedan sal li vira mane. Ma dewletê meaş dida wan* Wan ev erd diajotin û diçandin. Jiyana wan xweş bû. Lê belê niha jiyaneke ku bi heman li ber ÎŞKÛR'ê têkevî rêzê li me ferz dikin."
MA / Hamza Gunduz