RIHA - Di dema serokatiya Ahmet Eşref Fakibabayê AKP'î de, Weqfa Spor, Perwerdehî û Alîkariya Civakiyî ya Ûrfa Sporê, erseya şaredariyê ji bo 20 salan bi 50 hezar lîreyî kirê kiribû, lê derket holê ku weqf heman erse bi milyon û 600 hezar lîreyî bi kirê daye şîrketeke sotemeniyê.
Dîwana Muhasebatê, nelirêtiyên di dema serokatiya Ahmet Eşref Fakibaba ku di sala 2007'an de Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bû, lêkolîn kirin. Derket holê ku erseyeke şaredariyê ku hêjayî bi milyona ye bi pereyekî pir kêm ji aliyê weqfekê hatiye kirêkirin û paşê weqfê jî heman erse bi beramberiya milyonan bi kirê daey şîrketeke sotemeniyê. Di dema şaredardiya Fakibaba de, erseya şaredariyê ku hêjayî bi milyonan TL'yî ye ji bo 20 salan bi 50 hezar lîreyî kirê kiriye û derket holê ku weqf jî heman erse bi milyon û 600 hear lîreyî bi kirê daye Şîrketa Lîmîted a Bazirganiyê ya Berên Sotemeniyê ya Harranê.
Dîwana Muhasebatê, der barê vê yekê de raporek amade kir û di raporê de aşkere kir ku ev tahsîskirin li dijî mewzûatê hatiye kirin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku şaredarî bi milyon û 550 hezar lîreyî xisiriye.
SEROKÊ WEQFÊ JÎ CÎGIRÊ ŞAREDAR E
Wê demê serokê weqfa navborî Habîp Aslan bû û di heman demê de cîgirê Fakibaba bûye.
Cemal Babaoglû ku wê demê endamê Meclîsa Şaredariyê yê koma DTP'ê bû. Li ser daxwaza Dîwana Muhasebatê, parêziya xwe bi nivîskî şand. Babaoglû, dii parêziya xwe de bilêv kir ku ev îhale bêyî biryara meclîsê bi dengên 5 encumenan hatiye kirin.
Babaoglû, diyar kir ku wê demê koma DTP'ê li dijî vê yekê derketiye û got: "Ew der cihê çandiniyê bû, loma em li dijî wê biryarê derketin. Piştî em li dijî wê derketin hew anîn meclîsê. Bi biryara encumenan biryareke wisa hat girtin."
‘NELIRÊTÎ AŞKERE DIBIN'
Babaoglû, bilêv kir ku di ser bûyerê re 12 sal derbas bûne û got: "Di ser nelirêtiyên AKP'ê sal jî derbas bibin, wê derkevin holê. Nelirêtiya 12 sal berê niha aşkere dibe. Ê ku neliêrtî jî kiriye Ahmet Eşref Fakibaba ye. Ev yek jî nîşan dide ku di nav AKP'ê de kes jî ne paqij e. Hîn jî ev erseya navborî ji aliyê heman şîrketê ve tê bikaranîn."
MA / Erdogan Alayumat