* Di dema serokatiya Ahmet Eşref Fakibabayê AKP'î de, Weqfa Spor, Perwerdehî û Alîkariya Civakiyî ya Ûrfa Sporê, erseya şaredariyê ji bo 20 salan bi 50 hezar lîreyî kirê kiribû, lê belê derket holê ku weqf heman erse bi milyon û 600 hezar lîreyî bi kirê daye şîrketeke sotemeniyê.
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser rol û rista Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û peyamên wî yên dawî û wiha got: "Brêz Ocalan, AKP, CHP û MHP’ê baş nas dike. Lê ji bo êşên din pêş nekevin û ji bo rola xwe ya li hemberî civakê pêk bîne di çareseriya aştiyane û demokratîk de israr dike û tîne rojevê."
* Li Colemêrgê, bi hatina havînê re welatî dest bi amadekariyên zivistanê kirin û ji niha ve giya didirûn.
* Parlementera HDP'ê Mûazzez Orhan, sirgûnkirina mamsote Medenî Orûç ku ji ber bi kurdî axivî hat sirgûnkirin, rexne kir û got: "Bînalî Yildirim tê Amedê gelê Amedê bi kurî silav dike û behsa 'kurd' û 'Kurdistanê' dike, lê belê mamosteyek ji ber bi kurdî axiviye tê sirgûnkirin. Ev nakokî ye."
* Sewalvanan, diyar kir ku bihabûna fiyetên êm tesîrê li firotina heywanan jî dike û ji niha ve ketine etra Cejna Qurbanê.
* Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, encamên hilbijartina Stenbolê û li gor van encaman nêzîkatiya îktîdarê ya ji bo pirsgirêka kurd nirxand û bilêv kir ku divê AKP dev ji polîtîkayên xwe yê tasfiyekar berde û gavine demokratîk bavêje.
* Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz ku piştî 87 rojên greva birçîbûnê hat berdan, got: "Bi saya grevên birçîbûnê împaratoriya tirsê ya AKP'ê hat şikandin. Niha divê li başbûna tenduristiya xwe binerin. Divê em bi heman vînê ji bo tenduristiya xwe bitêkoşin."
* Wê Meclîsa Ciwana a HDP'a Cizîrê, ji bo balê bikişîne ser tiryak û fuhûşa di demên dawî de zêde bûne wê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixe.
* Malbata Mahmût Alinbay ku li Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, îdia kir ku di pevçûnê de "çekên kîmyewî" hatine bikaranîn û ji ber cenazeyê wan hatiye îşkencekirin wê gilî bike.
* Meclîsa Jinan a HDP'ê di roja duyemîn de konferansa bi şîara “Ji bo azadiya xwe em rêxistina xwe mezin dikin" li Salona Konferansê ya Navenda Giştî ya Eğitim Senê dê berdewam bikin. (10.00)
* Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) w-ê li Salona Şano ya Yenî Sahne 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî li dar bixin. (10.30)