AMED - Rojanmevan Mazlûm Erencî ku di 2011'an de li Çemîşgezek a Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Rojnamevan Mazlûm Erencî ku di 29'ê Hezîrana 2011'an de li Çemîzgezek a Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Rezan a Amedê li Goristana Yenîkoyê li ser gora xwe hat bibîranîn. Rêveberên HDP'a bajêr û navçeyê, MEBYA-DER, malbata Erencî û gelek rojnamevan tev li bîranînê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê kesên tev li bîranên bûn qurnefîlên sor danîne ser gora Erencî.
‘PÊNÛSA WÎ, WÊNEGIR Û KAMERAYA WÎ LI ERDÊ NEMAN'
Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakki Boltan di bîranînê de axivî . Boltan, anî ziman ku Erencî di temenekî biçûk de est bi rojnamevaniyê kiribû û mîrateya kedkarên çapemeniya azad dewr girtibû. Boltan, got: "Pênûs, wênegir û kameraya Mazlûm li erdê nema û wê nemîne jî."
Paşê dayik Remziye Erencî axivî û got: "Hevalên wî xiyalên wî yên nîvcomayî dewr girtin."
Piştî duayan çalakiya bîranînê bi dawî bû.