AMED – Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rewşen Karademîr, girtina rêveberên partiya xwe Cemal Alkan û Hayrî Etyemez bi daxuyaniyekê şermezar kirin û xwestin rêveberên wan bên berdan.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratik (DBP) ya Amedê Rewşen Karademîr, girtina rêveberên DBP'ê ya Amedê Cemal Alkan û Hayri Etyemez ên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" şandin girtîgehnê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Rêxistina DBP'ê têkildarî girtinan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevseroka DBP'ê ya Amedê Revşen Karademir bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Di demên dawî de bi taybet li dijî siyasetmedarên Kurd li dijî muxalifan operasyona qurkirina siyasî heye. Ev ruhê faşîzma AKP-MHP'ê nîşan dide. Hevalên me yên hatin girtin bi awayekî çalak di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de xebat kirin. Bi van girtinan dixwazin xebatên DBP’ê pûç bikin. Operasyonên li dijî partiya me encamê nagirin. Tenê çareseriyek heye. Ew jî divê rêyên siyaseta demokratîk bên vekirin. Divê hikûmet li gorî kuralên hiqûqê tev bigere Em girtina hevalên xwe wekî helwestek keyfî û zordarî pênase dikin. Em dixwazin hevalên me demek beriya demekê bên berdan."