RANYA - Bi sedan welatiyên Ranya li dijî komkujiya Kortekê meşiyan
Li bajaroka Çarqurne ya îdareya Raperîn bi seden kes li dijî bombekirina balafirên şer ên TSK'ê ya li Kortekê meşiyan. Balafirên şer ên TSK'ê di 27'ê Hezîranê de li Kortek a Binarê Qendîlê êrîşê 2 otomobêlên sivîlan kir. Di encam de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Li bajaroka Çarqurne ya îdareya Raperîn sersaxî tên qebûl kirin. Îro bi seden kes çûn sersaxiyê û piştî sersaxiyê girse li dijî komkujiyê meşiya. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane jî beşdarî meşê bûn. Meşê li ber avahiya qaymeqamtiyê destpê kir. Di meşê de posterê wêneyên kesên li Kortekê jiyanra xwe ji dest dane û nivîsa "Nemirî û serbilindî ji bo şehîdan û şermezarî ji bo dewleta Tirk û nokaran" hildan û dirûşmeya "Şehîd namirin' berz kirin. Meşê heta Mizgefta Îmam Xizalî berdewam kir. Li ser navê malbatê axaftin hate kirin. Piştre Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Şîlan Şakir axivî û êrîşên TSK'ê şermezar kir.