ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Denîz Şahîn ê emeliyeta wî ne baş derbas bû û got: “Tedawiya nexweşiyên xeteriyên jiyanî yên girtiyan nayê kirin.”
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi armanca girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 252’emîn de daxuyanî dan û xwest girtiyên nexweş bên berdan. Înîsiyatifê, di çalakiya xwe ya vê heftê de bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiya Denîz Şahîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolû tê girtin. Çalakî, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê hat lidarxistin. Endamê ÎHD’ê Mehmet Baltaci daxuyaniya çalakiyê da û diyar kir ku di kezeb û gurçika Şahînde kîst hene.
MALBAT BI FIKARE
Baltaci, diyar kir ku malbata Denîz Şahîn bi fikare û wiha got: “Ferdên malbatê yên çûn hevdîtina şahîn, gotin ku ‘Bêhal bû, jixweçûyî bû û ne di axivî.’ Malbat Şahîn ji ber vê ketine nava fikaran. Kezeba wî diwerime û kîst di gurçika wî de heye. Her ku diçe rewşa wî xerab dibe. Bi awayekê bi bandor nayê derman kirin. Divê Şahîn bê dermankirin û astengiyên pêşiya tedawiya wî bê rakirin. Berî ku encamên neyînî derbikevin halê divê Şahîn bê tedawî klirin. Ji bo ku Şahîn û hemû girtiyên nexweş bên dermankirin, em dixwazin ku hemû bên serbest berdan.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.