RIHA - Leşkeran ketin û derketina gundê Çeltîk a Sîweregê ya birayê parlementerê berê yê AKP’ê Zulfîkar Îzol 6 kes kuştin, kirin bin kontrolê. Yekbûn Îzol, li ser vê yekê di hesabê xwe yê Twitterê de ev parvekirin kir: “Kesên komkujî pêk anîn bi cendermeyan re hatine dexl û danên xwe didirûn. Gelo ev artêşa qatilan cesretê ji ku derê digirin?"
Di 15'ê Hezîranê de li gundê Çeltîk ê navçeya Siwereg a Rihayê, ji ber nîqaş û rageşiyên li ser erd Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol, Ridvan Bûlûş (30) û Serdar Delen (31) ji aliyê ferdên malbata parlamenterê berê yê AKP'ê Zulfîkar Îzol ve hatin kuştin.
Piştî bûyerê birayên parlementerê berê yê AKP’ê Zulfîkar Îzol, Bulent Îzol, Cîhan Îzol, biraziyê wî Ferman Îzol û ji malbata ku xizmên xwe di êrîşî de winda kirin Mehmet Metîn Îzol û Yûsûf Rojhat Îzol bi sûcdariya “Mirov kuştin û hewldana kuştinê” hatibûn girtin.
Yekbûn Îzol di parvekirina xwe ya herî dawî ya li ser Twîtterê kir de, ragihand ku leşkeran ketin û derketin gund kirine bin kontrolê.
Yekbûn Îzol li ser hesabê xwe yê Twîtterê herî dawî ev parvekirin kir:
“Kesên komkujî pêk anîn, li gel cendermeyan hatine dexl û danên xwe, didirûn. Gelo ev artêşa qatilan cesretê ji ku derê digirin? Piştî dirûtin û firotin, dê bi wan pere yan çekan bikirin. Gelo tu temînata ku carek din me qetil nekin û nerevin heye.
Ji ber ku ewlekariya canê me tuneye, em nikarin bikevin gund! Hîna axa dayika min, bavê min, jinmama min û pismamê min zûha ne bûye. Ji bo ku ew bi awayekê rehet û dibin ewlekariyê de dexl û danên xwe bidûrin, cendirmeyan ketin û derketin gund girtine.
Ketin û derketin gund ji bo ewlekariya wan girtin. Ey rayedarnû, Tirkiye ma hûn min na bihisîn?”