STENBOL - Di “Rûniştina F” a hefeya 379’emîn de xwestin ku girtiyê nexweşîna giran Hasan Alkiş bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê û xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş bên berdan di hefteya 379'an de li Qada Galatasarayê xwestin çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê polîsan dîsa destûr neda çalakiyê û çalakî asteng kirin. Li ser astengiya polîsan komîsyona ÎHD’ê û xizmên girtiyan li pêş avahiya ÎHD'ê ya li Taksimê daxuyanî dan. Xizmên girtiyan di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Mafê dermankirinê nayê astengkirin" û “Girtiyên nexweş bên berdana” vekirin. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna giran Hasan Alkiş û xwest serbest bê berdan. Edamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi grevên birçîbûnê re, hejmara girtiyên nexweş zêdetir bûn. Rapora ji sedî 87 astengdar a berî 4 salan dabûn girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, îro ji bîne tune kirin.”
‘DU CARAN FELÇ BÛ’
Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna giran Hasan Alkiş û wiha bilêv kir: “Alkiş niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê girtin. Alkiş emeliyata dil a verî derbas kiriye û pirsgirêka dilê wî hanî jî dewam dike. Nexweşiya tansiyona bilind pêre heye û neçare ku her roj dermanan vexwe. Dîsa nexweşiya Alkiş a Behçetê heye. Di heman demê de dû caran felç derbas kiriye. Demek dirêj hat tedawî kirin. Lê dîsan jî aliyê wî yê çepê tim bê qewet dimîne û di tevize. Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê di 30’ê Hezîrana 2015’an de rapora berastengiyê dabû Alkiş.”
'DERMANKIRINA ALKIŞ VEGUHERIYE EZIYETÊ’
Acettîn, anî ziman ku dermankirina Alkiş veguheriye eziyetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku Hasan Alkiş, bi awayekê pergalî bê dermankirin divê bê berdana. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdaan ji ku derve tedawiyek bi pergalî bikin.”