HEWLER – Operasyonên TSK'ê û êrîşên hewayî yên bombekirine li axa Herêma Kurdistana Federe didomin. Welatiyekî dîmenên bombebardimanê parve kir û got: "Ma li gundê Hiran ê Hewlerê PKK’î hene? û bertekên xwe anîn ziman.
TSK'ê di 27'e Gulanê de bi balafirên şer li Herêma Kurdistan a Federe operasyona bi navê "Pençe" li dar xistibûn. Operasyona TSK'ê ya li herêmê mehek li pey xwe hişt. Li gorî agahiyên çavkaniyên li herêmê yekineyên TSK'ê nikarin li herêmê tev bigerin û asê mane. Ji ber vê yekê balafirên şer û helîkopter diçin herêmê bombe dikin. TSK bi balafirên şer û helîkopteran diçin welatiyên herêmê bombe dikin. Herî dawî balafirên şer li ser rêya Kortekê li maşîneyek welatiyan xistibûn û di bombekirina TSK'ê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û 5 welatîe jî birîndar bûbûn.
Bombebarana TSK'ê ya li ser xeta herêma Amediye, Berwariyê, Zaxo didome. Ev bombekirin heta Navçeya Şaqlawa ya Hewlerê jî didome. Welatiyên herêmê diyar kirin ku balafirên şer û helîkopter yên TSK'ê li ser gelê herêmê bombe diborînin. Welatiyekî Gundê Hiranê yê Şaklawa yê Hewlerê dema helîkopterên TSK'ê herêm bombe dikir dîmen kişand û bertekên xwe anîn ziman. Welatî dîmen li ser hesabê xwe yê Faceboockê parve kir û got: "Gundê Hîran ê navçeya Şaqlawa niha ji aliyê helîkopterên TSK’yê ve tên bombekirin. Helîkopter ketober zeviyan bombe dikin. Gelek gule li herêmê reşandin. Di êrîşa guleyan de li zeviyan şewat derket. Şewat çawa u kê derxist nayê zanîn Ma li Gundê me Hiran a Şaklawa PKK’î hene? Çima helîkopterên TSK'ê tên gundê me bombe dike?" û bertekên xwe anîn ziman.