ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, diyar kir ku pêwiste hêzên muxalif banga ji Îmraliyê hatiye baş binirxîne û wiha got: “Divê siyaseta demokratîk bi rê û rêbazên cuda û demokratîk vê têkoşînê berdewam bike. Ne tenê HDP, divê hemû hêzên ku aştî, demokrasî û azadiyê diparêzin tev li vê pêvajoyê bibin."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan cara ewil di 2'ê Gulanê de û piştre di 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê û 18'ê Hezîranê de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de peyama “Aştiya bi rûmet" “muzakereyên demokratîk" “Siyaseta demokratîk" û “Lihevkirina civakî" rawestiya. Têkildarî peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîrayet Dîlan Taşdemîr ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Dîlan Taşdemîr, anî ziman ku Ocalan 8 salan bi parêzerên xwe re hevdîtin nekir û wiha got: "Piştî Ocalan dîsa bi parêzerên xwe re hevdîtin kir, bal kişand ser danezana Newroza 2013'an. Ev helwesta Ocalan diyar e. Ji sala 1999’an heta niha Birêz Ocalan têkoşîna aştî û demokrasiyê dide. Birêz Ocalan ji bo Tirkiye demokratik bibe, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk, diyalog û muzakereyan çareser bibe têkoşînek pir mezin dide. Di her hevdîtin û diyalogan de ev yek xuya dibe. Li Tirkiye her ku şer kûr dibe tecrîd jî giran dibe. Her ku tecrîd giran dibe şer jî zêde dibe. Lê çi çaran hevditin hatiye kirin û dengê Ocalan derketiye derve, piştre aramî aştî û demokrasî pêş dikeve. Kengî dengê Brêz Ocalan’ bigêje civakê, em carek din dibînin ku aştî û demokrasî bêtir pêş dikeve. 21 salin Birêz Ocalan bi awayekî îstîkrar û biryar tekoşîna aştî û demokrasiyê dimeşîne. Birêz Ocalan bi 7 xalên deklarasyonê yê herî dawî bi rêya parêzeran parve kir carek din hem erka dewlet û hem jî erka siyaseta demokratîk anî bîra wan."
‘DIVÊ MUXALEFET RAST BINIRXÎNE'
Dîlan Taşdemîr, bal kişand ser 4 salên dawî yên piştî "Plana Têkçûnê" û wiha got: "Piştî Plana Têkçûnê siyaseta demokratîk jî ket bin tecrîdê. Siyaseta demokratîk rastî polîtikayên êrîşkar hat. Faşizm bû sazî êdî. Dixwazin pêkanînên salên 1990’î ji nûve têxin meriyetê. Divê li dijî van pêkaninan siyaseta demokratîk bi rê û rêbazên cuda tekoşîna xwe berdewam bike û bimeşîne. Divê ev yek tenê bi HDP’ê pêş nekeve. Divê hemû hêzên aştî, demokrasî û edaletê dixwazin vê têkoşînê bimeşînin û vî barî bidin ser milê xwe. Hem siyasetmedarên Kurd û hem jî bi tevahiya civakê 4 salên dawî di bin tecrîdê de ne. Rastî polîtîkayên faşîst hatin. Demokratîkbûna Tirkiye bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên muxalif ên Tirkiye vê bangê rast binirxînin û li gorî wê siyaseta demokratîk pêş bixin."
‘DIVÊ BI ŞIKANDINÊN DI NAVA CIVAKÊ DE PÊŞ DIKEVIN BIBÎNIN'
Dîlan Taşdemîr, bal kişand ser peyama Ocalan a "Lihevhatina Civakî" û wiha lê zêde kir: “Mutabakat ji pirsgirêka jinê heta pirsgirêka demokrasî, ekolojî û pirsgirêka Kurd tevî dixe nava xwe. Ev mutabakata lihevkirina civakê ya cîdî bû. Wê demê hemû aliyan xwe baş bi rêxistin nekirin û di tevlêbûna pêvajoyê de lawaz man. Ji ber vê yekê AKP'ê li gorî polîtîkayên xwe rojane kir. Ji ber vê yekê îro tevahiya Gelê Tirkiye bûye mexdûrê polîtîkayên AKP'ê. Hemû kesên muxalif wekî terorîst hatin deqkirin. AKP 17 salin civak, reng û nasnameyên cuda yên Tirkiye perçe dike. Ji bo li hevhatina civakî pêş bikeve divê Kurd neyên wêdekirin. Divê hemû beşên civakê li hev kom bibin û muzakere bikin. Birêz Ocalan balê dikişîne ser talûkeyê. Ger ku berberî zede bibe wê talûke jî zêde bibe Ji bo li hevhatina civakî pêş bikeve jî divê aştî û demokrasî pêş bikeve. Lihevhatina civakî di heman demê de têkoşîna aştî û demokrasiyê ye."
‘DIVÊ OCALAN DI NAVA CIVAKÊ DE BE'
Dîrayet Dîlan Taşdemîr, anî ziman ku Ocalan li Rojhilata Navîn rêberekî pir çalak e û wiha berdewam kir: "Dixwazin cerebe, nerîn û fikrên Brêz Ocalan ên rê li pêş çareseriyê vedike ji civakê veşêrin. Naxwazin Ocalan bi civakê re temasê bike. Ji ber çi cara Brêz Ocalan bi civakê re temas kiriye hemû pirsgirêk çareser bûne. Di têkoşîna azadiyê de nexşerêyek diyar kiriye. Ji ber vê yekê tecrîd pêş xistin û kaos kûr kirin. Ji ber vê yekê têkoşîna aştî û demokrasiyê di heman demê de têkoşînka li dijî tecrîdê de. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê krîz û Kaosa li Rojhilata Navîn jî çareser bike. Ji bo vê yekê divê Ocalan bi civakê re bê cem hev."
TESPÎTÊN OCALAN ÊN CIVAKÎ PIR DI CIH DE NE'
Dîlan Taşdemîr, têkildarî peyama Ocalan a eşîretvanî û malbatiyê nirxandin kir û wiha bilêv kir: "Tespîtên Brêz Ocalan ên civakî pir rast û di cih de ne. Di nava şertên ew qas zor dîsa rastiya civakê baş tahlîl dike. Ji ber vê yekê rexneyên li siyaseta demokratik dike di cih de ye. Diyar dike ku malbatî û kabîlevanî pirsgirêka Demokratîkbûna civakî ye. Dibêje ger ku hûn civakê demokratîk nekin, siyaseta demokratîk pêş nexin, wê îktîdar hearî zêde malbatî, kabîletî û eşîrvaniyê pêş bixwe û xwe li ser wê bezin bike. Heri dawî bûyerea li Rihayê pêk hat encama vê yekê ye. Ev ne bûyerek ji rêzê û tesadufî ye. Bi taybeti di demên dawî de em dibînin ku dixwazin dîsa eşîrvaniyê pêş bixin."
'DI NAVENDA SIYASETÊ DE PIRSIRÊKA JINÊ HEYE'
Dîlan Taşdemîr, bal kişand ser peyama Ocalan a der barê cînayetên jinan û zewaca zarokan û wiha bi dawî kir: "Yek ji aliyê Brêz Ocalan ku wî ji rêberên polîtîk û kesên têkoşîna polîtîk didin cuda dike nerîna wî ya li hemberî jinê ye. Jinê dixe navenda siyasetê. Birêz Ocalan Jina Kurd di nava siyasetê de bi awaeykî cidî kir xwedî cih. Têkoşîna Jinê ya di nava siyaseta Kurd de deng veda û bandor li dora xwe kir. Bi taybetî şiklê siyaseta serdestiya mêr, şiklê jiyana civakî ya heyî travmayek giran li pey xwe dihêle û ji kûr ve bandorê li ser civakê dike. Dîsa rewşa mêrê serdest û rewşa civaka berê bi awayekî cîddî rê li pêş têkoşîna jinê digire. Divê em bi hevre têkoşîna siyaseta demkoratîk pêş bixin. Li Tirkiye û Kurdistanê pirsgirêka Jinê pir kûr e. Tenê dema jin rastî tecawizê tê û tê kuştin dibe rojev. Lê pirsgirên hîn kûrtir û trajîk hene. Rastiya ku jinê tune dihesibîne heye. Ji ber vê yekê divê Ocalan karibe bi hêsanî fikrên xwe bi civakê re parve bike. Brêz Ocalan di aştiya bi rûmet de israr dike. Ji ber vê yekê divê em jî têkoşînê li ser vê yekê pêş bixin. Divê em li gorî vê yekê rastiya heqiqeta civakê bibînin. Rêbaza ku her kes li hev bike Rêya Aştiya bi rûmet e.2
MA / Berivan Altan