STENBOL – Rojnameger Îhsan Yaşar û Reyhan Hacioglu yên ji doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî dihatin darizandin piştî biryara tahliyeyê duh bi şev ji hepsê derketin. Rojnameger Mehmet Alî Çelebî ji ber dozek din ceza girtibû nehat berdan.
Duh danişîna 3 girtî 14 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li Dadgeha Stenbolê hat dîtin. Dadgehê bi giştî 14 al û 4 meh ceza li rojnamegeran birî û biryara tahliyeya rojnamegerên girtî da. Rojnameger Reyhan Hacioglu ji Girtîgeha Bakirkoyê û Îhsan Yaşar jî ji Girtîgeha Sîlîvriyê tahliye bû.
'EDALETEK DERENG MABÛ’
Hacioglu ya tahliye bû ji aliyê gellek jinan ve hat pêşwazîkirin. Hacioglu wiha got: “Tahliyebûn hestek xweş e. Lê li hundir gellek girtî hene. Di heman demê de girtiyên nexweş hene. Paketek darazê ya nû di rojevê de ye. Ez wek rojnamegerek hêvî dikim ku wê her kes bikeve ber vê pakêtê û encamek adil derkeve. Edaletek ku dereng mabû, îro pêk hat. Ez hêvîdarim wê her di demek nêz de bigîhîje azadiya xwe.”
ÇELEBÎ NEHAT BERDAN
Rojnameger Mehmet Alî Çelebî yê ji heman dozê dihat darizandin û li gel rojnameger Îhsan Yaşar ku li Girtîgeha Silîvriyê dimîne ji ber nivîsên wî yên di rojnameya Ozgur Gundemê de hatine weşandin bi hêceta “Propaganda rêxistinê kiriye” ji dosyeyek din ceza lê hat birîn nehat berdan.