ŞIRNEX - Hevseroka HDP'a Qilebanê Ferîde Ender jî di nav de 3 kesên hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.
Li Qilebana Şirnexê, danê sibehê polîsan avêtibû ser malan û di avêtina ser malan de Hevseroka HDP'a Qilebanê Ferîde Ender, Asya Uren û Îdrîs Uren hatibûn binçavkirin. Piştî karên li emniyetê kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Hat hînbûn ku her sê kes bi îdiaya dema endamên meclîsa şaredariya DBP'î bûne "peywira xwe xirab bi kar anîne" hatine binçavkirin. Piştî karê li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê jî bi şertê kontrolkirina edlî her sê kes berdan.