DÎLOK - Li Dîlokê, STO’yan û odeyên pişeyî, bertek nîşanî tacîzkirina lawikê 9 salî ya li Weqfa Ragihandina İlm a Hasan Hoca pêk hat dan û bang li dewletê kirin ku berpirsiyartiya xwe bi cih bîne.
Li Dîlokê, şaxên Odeya Bijîşkan, Odeya Akademîk, Odeya Dermanfiroş, Odeya Avahîsaz û Endezyaran û 27 rêxistin3en civaka sîvîl, derbarê tacîza lawikê 9 salî ya li Weqfa Ragihandina Îlm a Hasana Hoca pêk hat de, daxuyaniyek nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çawan dibe ku ev sazî weke qaçax xebatên xwe bi rêve bibe. Çawan dibe ku sizaya venihartinê erka xwe bi cih neyîne? Tacîz û tecawiza zarokên, pirgirêka tenduristiyê ya gelekê ye û pir mezine. Li gorî danayên Saziya Îstatîstêk a Tirkiyeyê (TUIK), li welat îstîsmara zarokan li texmînan zêdetire û her roja diçe zêdetir dibe. Bi fikara ku ev bûyer mezintir bibe, ser tê girtin. Pergala edaletê ya ceza divê li gorî armanca xwe bê bi cih anîn û em bang li dewletê dikin ku berpirsiyartiya xwe bi cih bîne.”