NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata kesên li Kortekê di bombekirina balafirên şer ên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku Dewleta Tirk ji rejîma Baasê xiraptire û banga rawestandina bombebaranê kirin. Kurê Abdula anî ziman ku malbata wî tenê ji bo avdana baxçeyê xwe çû nava baxçeyê Binarê Qendîlê, lê dema ku vegeriyan bûn hedefa bombebarana balafirên TSK'ê.
Şeva 27'ê Hezîranê balafirên şer ên TSK'ê 2 maşîneyên welatiyan li Kortek a li Binarê Qendîlê bombebaran kir û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Malbata kuştiyên Kortekê banga rawestandina bombebarana dewleta Tirk kirin. Têkildarî kuştina welatiyan malbat ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivîn û bertekên xwe anîn ziman. Kurê Abdula, Hêrîş Abdula li ser êrîşê axivî û got; “Saet 07:00’ê siharê, bavê min bi malbatê ve çûn Binarê Qendîlê. Bavê min wan ji bo ku baxçe av bidin berê xwe dan Binarê Qendîlê. Dema ku vegeriyan hemberî bombebaranê hatin. Dayîk, bav, bira û hevsera birayê min, bi du zarokên xwişka min re bûn. Di encama êrîşê de bavê min, xwişka min û Heryad şehîd bûn. Me cenazeyê bavê min û xwişka min 00:00’ê şevê wergirt. Ji ber ku bombebaran hertim berdewam dikir. Cenaze hemû şewitibûn û nedihatin naskirin, tenê Heryad dihat naskirin.”
Êrîş banga rawestandina bombebaranê kir û got ku tenê di encama van bûyerane de xelkê sivîl dibe qurbanî.
Xwişka şehîd Abdula, Fatma jî li ser heman mijarê axivî û got; “Tirkiye ji rejîma Baasê xirabtire. Ew tenê çubûn ser bax û baxçeyê xwe. Ji bo çi êrîşê vî xelkî dikin? Hertim rejîma Baasê jî êrîşê me dikir. Ya ku em dikin ji bo ku em debara jiyana xwe bikine. Her sal li Kortek komkujî pêktê.”
QURBANÎ DEFIN KIRIN
Welatiyên di êrîşa TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi zextên YNK'ê bi lez hatin definkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, her sê sivîlên hatin kuştin wê bi merasîmeke girseyî bihatina veşartin. Lê ji bo ku merasîm veneguhere hêrsa li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê, nûnerên YNK'ê yên herêmê ketin dewrê. Nûnerên YNK'î bi malbatê re axivîn û kirin ku cenaze bi şev bi bayê bezê bên veşartin. Balafirên şer ên TSK'ê êvara 27'ê Hezîranê bombe kir û 3 sivîl kuştin û 5 sivîl jî birîndar kirin.