AMED - Li navçeya Lîcê ya Amedê, operasyona leşkerî ya berî 3 rojan dest pê kiri bû, bi dawî bû.
Operasyona leşkerî ya berî sê rojan li herêm û taxên Dîbek, Yolçati, Ortaç, Çiavûndûr, Yalaza, Çagdaş, Tepe, Kûtlû, Daglar, Arikli, Kayacik û Serin ên navçeya Lîcê ya Amedê hatibû destpêkirin, bi dawî bû.
Hat diyar kir ku yekîneyên taybet ên tevlî operasyonê bibûn, bi ser gelek malên taxan de girtin, lêgerîn kirin, di ketin û derketina herêmê de cihên lêgerînê danîn û wesayîtên rawestandin kontrol kirin.
Derbarê di operasyonê de, pevçûn derket an na de tu agahî nehatin bi dest xistin.