NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirk, di bombebarana Kortekê ya Qendîlê de, 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan 5 kes jî, birîndar bûn. Nasnameyên kuştî û birîndaran diyar bûn.
Operasyona “Pençe”ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a li dijî Herêma Kurdistana Ferdere dewam dike. Di çarçoveya koordinasyona operasyonê de, balafirên şer ên TSK’ê duh di saetên şevê de Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Wezareta Parastina Mîllî, di daxuyaniya derbarê liv û tevgera hewayî de da wiha got: “Me li qadên PKK’ê dan.”
Lê li gorî nûçeyên ajansa Rojnewsê serwîs kirin, balafirên şer ên TSK’ê, du wesayîdên sîvîlan ên li gundê Berd Kuran ên Kortekê dijîn hatine bombebaran kirin. Di nûçeyên dest pêkê yên hatin ragihan din de, hat ragihandin ku 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 5 sîvîl jî birîndar bûne.
Nûçegihanên Rojnewsê yên piştî bombebaranê xwe gihandin herêmê, diyar kirin ku ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûn. Rojnewsê di nûçeya servîs kir de, navên kesên jiyana xwe ji dest dayîn û kesên birîndar bûyîn parve kir.
BAVEKÊ Û DU ZAROKÊN WÎ JIYANA XWE Jİ DEST DAN
Lî gorî vê; Ji du wesayîtên balafirên şer kirin hedef a malbata Abdulla bû. Abdûlla Alî Mîne (53) û du zarokên wî Kurdistana Abdullah (30) û Heryad Abdula (19) jiyana xwe ji dest dan.
DAYIK Û YÊN DIN BIRÎNDAR BÛN
Dayik Rabî Mihemed, Mihemed Abdula, Taybet Mihemed Abdula, Benaz Abdula û kesekê ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.