SÊRT - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştay, têkildarî talankirina daran, pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Ragihandin û Binasaziyê Mehmet Cahît Turan bibersivîne. Beştaş got "Çima qadên bi dar û ber tên tunekirin û çima li çareseriyek din nagerin."
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, têkildarî talankirin û rakirina darên tenişta rê pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Ragihandin û Binasaziyê Mehmet Cahît Turan bibersivîne. Beştaş, anî ziman ku li taxa Îlhanli ya Sêrtê dema rêya derdorê fireh kirin darên ku temenê wan 20 salî ne bi kepçeyê rakirin û avêtin aliyekî den ê rê û wiha got: "Gelê taxê ev dar bi xwe çandine û mezin kirine. Bi salan e van daran av didin û bi kedek zêde mezin kirine. Li şûna ku daran bibin cihekî din biçînin, dar rakirin. Li Sêrtê ev rêbaza rakirina daran pir balkêş e. Li tevahiya Sêrtê hêj pirsgirêka rê nehatiye çareserkirin. Dîsa rêyên gundan pir xerabe ne. Gelê herêmê ji bo mafê tenduristî û perwerdehiyê zor û zahmetiyên mezin dijî. Li gorî vê yekê:
Çila di xebatên firehkirina rêya li taxa Îlhanli ya Sêrtê de daran radikin û davêjin tenişta rê? Ma ne pêkan e ku bêyî daran rakin rê fireh bikin? Li şûna daran bibin cihekî din biçikilînin çima radikin û davêjin tenişta rê. Darên ji bo hevsengiya ekolojiyê pir girîng e çima tune dikin? Çima li çareseriyek din nagerin. Ji bo mexduriyeta heyî bi dawî bikin xebatek tê kirin ya na? Çima rêyên din ên girêdayî Sêrtê nayên çêkirin. Wê kengî rêyên gundan ên xerabe çêkin?