AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî salvegera darvekirinê Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek nivîskî weşand û wan bi bîr anî.
Şêx Seîd û hevalên xwe piştî damezerandina komarê demeke kurt ji ber ku sozên ji kurdan re hatibûn dayîn bi cih nehatin, serî hildan û doza gelê kurd kirin. Lê bêyî ku serhildana xwe derxin serî, dîl ketin û di 9'ê Hezîrana 1925`an de ji aliyê "Dadgehên Îstîklalê" ve li Amedê hatin darvekirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî salvegera 94'emîn darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek nivîskî weşand.
KCD'ê di daxuyaniya xwe de têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî ya ji bo gelê kurd bi bîr xist û ev tişt got: "Dîroka 29'ê Hezîranê di bîra gellê kurd da cihekî girîng digire. Di 29'ê Hezîrana 1925`an de wekî hemû gelên cîhanê gellê kurd jî daxwaza serxwebûn, azadî, demokrasî û edaletê kiriye lê mixabin ev dîrok bûye dîroka komkujî tasfîye û îmhakirinê. Dîroka 29'ê Hezîranê, di bîra gellê me da herdem ji bo kesên metînger dîrokek bi lanet e, ji bo gellê me serhildanek bi rûmet û di dîroka berxwedanê de heta dawîya emrê mirov dê cihekî taybet digire."
'RÊYA GELÊ KURD RONÎ DIKIN'
KCD'ê di daxuyaniyê de qala pêvajoya darvekirinê Şêx Seîd û hevalên wî jî kir û têkildarî mijarê ev tişt ragihand: "Hebûna gellê kurd înkar kirin û ji bo ku polîtîkayên xwe yên qirkirinê bikin meriyetê, weke pêşengên gellê kurd Şêx Seîd û hevalên wî di 29'ê Hezîrana 1925'an de ji aliyê "Mehkemeyên Îstîklalê" hatin darvekirin û gihîştin şehadetê. Şêx Seîd û hevalên xwe weke duh îro jî rêya gellê kurd ronî dikin û rê li ber me vedikin. Li ber çavên gellê kurd û gellê cîhanê cihê xwe di nava kesên ji bo azadî, wekhevî û edaletê da tekoşîna berxwedanê dimêşînin girtin."
'MÎRASA WAN DIPARÊZIN'
Di berdewama daxuyaniyê de KCD'ê diyar kir ku gellê kurd meşala ku Şêx Seîd û hevalên xwe vêxistine tu car li erdê nehiştie û heta îro bi awayekî serkeftî anîne û wiha got: "Nevîyên wan li Bakur, Başûr, Rojava û li Rojhilat di rêya azadiyê de gelek destkeftiyan bidest xistine û mîrasa ku ji wan vergirtine diparêzin. Di salvegera şehadeta wan da, gelê me li çar perçeyên Kurdistanê tekoşîna berxwedana azadiyê didin. Em ji wekî şopînerên rêya wan û girêdayî doza wan a bi heq li ser vî esasî xebatên xwe yên Yekîtiya netewî bi rihekî serkeftî bi rêve dibin û dibêjin dem dema serkeftinê ye."