QERS - Kesên li gundên Dîgor û Selîmê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Polisan li gundên navçeyên Dîgor û Selîm ên Qersê ji ber parvekirinên wan ên medya civakî 6 kes binçav kiribûn û biribûn miduriyetêm polisan ên her du navçeyan. Piştî îfade girtinê polisan her şeş kesan derxist Edliya Qersê. Her şeş kesên ku piştî îfade dayîna dozger derketin dadgehê, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.