ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya navçeya Qilabanê Ferîd Ender û du kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Qilaban a Şirnexê bi awayekê hemwext bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Qilaban a Şirnexê Ferîde Ender, Asya Uren û Îdrîs Urun hatin binçavkirin. 3 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, bibin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.