EDENE - Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê, wêneyê kesekî ku tu eleqeya wî bi dosyeya darizandinê re tune ye ji pêzanî re şand. TRT, ji bo kesê eleqeya wî bi dosyeyê re tune ye rapora "ew bi xwe ye" amade kir. Ev kes hat binçavkirin û doz lê hat vekirin. Ji bo ev şaşî bê rastkirin parêzer 6 mehan têkoşiyan.
Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê biryareke sosretmayî da. Her wiha TRT'ê jî ji bo daxwaza dadgehê raporeke ecêbmayî amade kir. Dadgehê, ji dêvla S.O., wêneyê M.A. ku tu eleqeya wî bi dosyeya S.O. re tune ye ji pêzanî re şand. TRT'ê jî di rapora xwe de got "ew bi xwe ye." Parêzerê M.A. jî ji bo vê şaşiyê hel bike 6 mehan tev geriya.
Di sala 2016'an de li Edeneyê bi îdiaya "tev li çalakiyeke qorsan bûye", doz li M.A. hatibû vekirin û paşê beraat kiribû.
Di sala 2014'an de bi îdiaya li navçeya Yuregîr a Edeneyê di sala 2014'an de tev li xwepêşandanekê bûne doz li hin kesan hat vekirin. Dadgehê qeydên mobbeseyê yên ku ev kes tê de ne ji pêzanî re şand. Lê belê piştî parêzeran îtiraz li rapora pêzanî kir, dadgehê careke din rapora pêzaniyê xwest.
Li ser vê dadgehê wêneyê M.A. yê li heman dadgehê hat darizandin ji TRT'ê re şand. Lê belê TRT jî ji bo wêneyê vî kesê ku eleqeya wî bi dosyeya navbirî re tune ye got "ew bi xwe ye" û rapor amade kir û şand. Di çarçoveya lêpirsînê de M.A. di 28'ê Kanûna 2018'an de hat binçavkirin û paşê hat berdan.
Parêzerê M.A. jî ji bo diyar bike rapora pêzaniyê şaş e serlêdan pêk anî û xwest pêzanî raporeke nû amade bike. Li ser vê derket holê ku M.A. ne çalakger e. Dozgeriyê jî di 27'ê Gulana 2019'an de ji bo M.A. biryara "neşopandinê" da.
Parêzerê M.A. Ozgur Yakût jî, diyar kir ku ji ber rapora TRT'ê muwekîlê wî hatiye mexdûrkirin û piştî raporek li hemberî rapora TRT'ê hatiye amadekirin derketiye holê ku muwekîlê wî bêsûc e.
Yakût, destnîşan kir ku raporên pêzaniyê bi neyteke xirab hatine amadekirin û ev yek di dosyeyê de bi awayekî aşkere hatiye dîtin. Yakût, bilêv kir ku ji ber raporên bi vî rengî ceza li mirovan tên birîn. B
MA / Hamdullah Kesen