AMED - Parêzer Mûharrem Şahîn, ji bo rewşa kesên DMME der barê wan de biryara "binpêkirina mafê darizandineke adil" girtiye û ji bo berdana van kesên navbirî got, teqez divê di warê hiqûqî de piştgiriya van kesan bê kirin.
Piştî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo kesên li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatine darizandin û mafê wan ê darizandineke adil bin pê kiriye, ji nû ve rê li ber darizandina van kesên navbirî hat vekirin. Piştî serlêdanên li DMME û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hin kes hatin berdan. Niha 2-3 hezar hikumxwarin ku biryara DMME'yê ji bo wan derbasdar e hene û li bendê ne bên berdan.
Parêzer Mûharrem Şahîn, hikumxwarin ku dê ji bo ji nû ve bên darizandin daxwaza darizandinê bikin hişyar kir û bal kişand ser rê û rêbaza jinûvedarizandinê. Şahîn, bilêv kir ku piştî biryara DMME'yê gelek dadgeh daxwaza jinûvedarizandinê pêk neanîne, lê belê li hemberî vê hikumxwar jî bi awayekî şexsî serî li AYM'ê dane. Şahîn, diyar kir ku piştî biryarên ji bo jinûvedarizandinê hin kes hatine berdan. Şahîn, diyar kir ku lê belê di çarçoveya biryara DMME'yê de bîrbiriya ku dê ji nû ve darizandin pêk bê, ne bîbiriyeke rast e.
Şahîn, diyar kir ku kesên doza jinûvedarizandinê dikin an jî wê bikin pêşî divê binpêkirina mafan tespît bikin û got: "Yanî divê dosyeyên binpêkirina maf bên lêkolînkirin û tespîtkirin. Piştî tespîtan divê serlêdan pêk bê."
PIŞTGIRIYA DI WARÊ HIQÛQÎ DE
Şahîn, diyar kir ku di çarçoveya biryarên emsalî de kesên hatine berdan kêm in û pêvajoya piştî darizandineke nû û rawestandina înfazê nayê wateya bidawîbûna darizandinê. Şahîn, got: ""Ji ber dosye kev in di arşîvan de ne. Divê ev dosyeyên di arşîvan de bên lêkolînkirin, binpêkirina mafan bê tespîtkirin. Lê belê ji ber hincetên berbiçav nayên nîşandan serlêdanên gelek kesan bi derengî hat xistin û hin jê jî hatin redkirin." Şahîn ji bo darizandina ji nû ve û rawestandina înfazê destek û piştgiriya hiqûqî pêşniyarî serlêdêran kir.
Şahîn, bilêv kir ku kesên di heman dosyeyê de ne dema serî li DMME'yê bidin, biryara DMME'yê ji bo kesên din jî derbasdar e.
'DIVÊ BIRYARÊN EMSALÎ ESAS BÊN GIRTIN'
Şahîn, bilêv kir ku bi biryarên DMME û AYM'ê îçtîhatek çêbûye û got: "Li gor me kesên di warê hiqûqî de rewşa wan dişibe hev, divê xwe bispêrin van biryaran serî lê bidin û biryar jî li gor wê bê girtin. Divê ev biryar wekî biryareke emsal esas bê girtin û serlêdan pêk bên. Divê dadgeh teqez van serlêdanan esas bigirtin û dikarin bi şertê negirtinê darizandina wan bidomînin. Berovajî vê; dema dosye biçe DMME û AYM'ê wê pêvajo dirêj bajo."
Şahîn, herî dawî got bêyî amadekariyeke hiqûqî divê kes serlêdanan pêk neyne û got: "Kesên bêyî lêkolînekê bikin û bêyî binpêkirina mafan tespît bikin serî li dadgehan didin û dadgeh jî red dikin. Serlêdaneke bi lez û bez dibe sedema pêvajoyeke dûr û dirêj. Loma divê di warê hiqûqî de lêkolînek bê kirin."