'Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye'

  • rojane
  • 09:07 28 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - Zextên li dijî girtiyan didomin. Xizmên girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê Ozgur Sevîm diyar kirin ku gardiyanan gefa "Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye. Em çi bêjin hûn ê wê bikin" li girtiyan xwariye û radyo, rojname, pirtûk, nameyan nadin girtiyan.

Li gorî dane û serlêdanên saziyên mafên mirovan, parêzer û malbatan zextên li ser girtiyan her diçe zêde dibin. Malbata girtîyê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê Ozgur Sevîm, piştî bi kurê xwe re hevdîtin kirin bal kişandin ser  zextên li ser girtiyan. Malbata Sevîn anî ziman ku li girtîgehê gardiyan ji girtiyan re gotine "Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye û hûn ê îtaat bikin". Malbatê anî ziman ku rêveberiya girtîgehê radyo, rojname, pirtûk û nameyan nadin girtiyan û mafên wan ên spor, pirtûkxane û sohbetê asteng dikin. Malbata Sevîm destnişan kir ku kurê wan Ozgur Sevîm di 27 Gulana 2016'an de di pêvajoya xweseriya cewherî de li Nisêbîna Mêrdînê di nava 12 zarok û 42 kesan de hat girtin û wiha got: "Dema Ozgur girtin demekê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ma. Piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê kirin. 2 sal û 8 meh şûnde Sirgûnê Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê kirin. Sevîm, 3 sal û meheke girtî ye." 
 
'HER YEK AVÊTINE ODEYEKÊ'  
 
Dayika Ozgur Sevîm Behiye Sevîm, piştî bi kurê xwe re hevdîtin kir, çavdêriyên xwe bi Ajansa me Mezopotmaya (MA) re parve kir û wiha got: "Dema kurê min Ozgur nû sirgunê Girtîgeha Beşîkduzuyê kirin îşkence lê kirin. Dema birin Trabzonê xwestin wî di lêgerîna tazî re derbas bikin û tekmîlê bidin. Xwestin li ser piyan jimartinê bidin. Li dijî van pêkanînan 18 rojan ketin greva birçîbûnê. Her yek avêtin odeyekê û xwestin hev nebînin. Herî dawî min di 10’ê hezîranê de hevdîtina vekirî kir. Em rastî pêkanînên xerab û zilmê hatin. Malbatên hevalên me xwestin rewşa me bipirsin. Lê gardiyanan nehişt û êrîş kirin. Xwestin em bi hevre sohmet nekin û em maseyên xwe ji hev qut bikin. Me jî got em hev dinasin. Zarokên me bi hevre girtî ne. Gardiyanan got 'qedexe ye' û destûr nedan em bi hevre bi axivin.  
 
'SAETÊN ME JI DESTÊ ME DERDIXIN'
 
Sevîm destnîşan kir ku kurê wê di hevdîtina dawî de gotiye "Dema em diçin baxçe saetên me ji destê me derxînin. Heftiyê carekê bi keyfî odeyên me lêgerîn dikin. Me û endamên FETO bi hevre derdixin ziyaretê. Dema em derdikevin hevdîtinê jî saetan ji me distînin. Em nizanin çiqas me hevdîtin kir. Radyo, rojname, pirtûk, nameyan nadin me, mafên me yên faaliyetên spor, pirtûkxane û sohbetê îhlal dikin." Sevîm diyar kir ku pirtûka Ozgur nivîsandî dixwaze bişîne derve ku were çap kirin lê destûr nadin û wiha got: "Pirtûkên hevalên wan dişînin û ne qedexene jî dibêjin qedexe ye û nadin. Dema dibin nexweşxaneyê jî zilmê û heqaretê li wan dikin. Şandina wan a revîrê dikin minet. Ser hewşa wan bi torê girtine. Di odeyên wan de kamera hene. Birayê wî Umîd ê li Girtîgeha Amedê 2 mehin name şandiye, lê hêj negihiştiye destê wî. Cihê îşkenceyê ye. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe" 
 
'GER ZILM BIDOME EMÊ DEST BI ÇALAKIYÊ BIKIN' 
 
Sevîm bibîr xist ku di hevdîtina dawî de gardiyanan gotin 'zû zû wextê we qediya.' û wiha berdewam kir: "Qaşo 45 deqîqe bû. Destûr nedan em xatir ji hev bixwazin. Zextên li ser girtiyan pir zêde ye. Wekî em ji welatekî din çûbin welatekî din. Kontrol pir zêde ne. Em jî welatiyê vî welatî ne. Di hevdîtinê de êrîşî me kirin. Piştî hevdîtinê girtî birin û derî hişk girtin. Em nîv saetê li wir dîl girtin. Mafê me bin pê kirin. Çima em nîv saetê li wir hepis kirin? Min ji bo vê binpêkirinê serî li Komeleya Piştevanî û Alikariyê ya Malbatên Girtiyên (TUAYDER) da. Dema em çûn hevdîtinê em rastî heqaretê hatin. Îşkenceyê li me dikin. Ji ber sirgûnê 2 salan min nikarî kurê xwe bidîta. Dixwazin malbatan perîşan bikin. Dixwazin malbat dev ji zarokên xwe berdin. Lê em tu car dev ji zarokên xwe bernadin. Heta dilopek xwina me hebe eme biçin. Ew îşkencêyê jî bidomînin emê dîsa biçin li girtîgehê têkevin grevê. Li vê girtîgehê dîtin û gotin ne yek e. Ger zilm bidome emê li pêş girtîgehê bikevin greva birçîbûnê." 
 
Sevîm herî dawî destnîşan kir ku di 26'ê hezîranê de bi Ozgur re hevdîtina telefonê kir û wiha axivî: "Kurê min qala neqeyiyên li wan tên kirin kir û got 'Heqaretê dikin. Mudaxaleya fîzîkî dikin. Li me dixin. Bi keyfî bi ser odeyê de girtin. Dixwazin em tekmîla jimarê bidin. Bi kuçikan li ser cilê me digerin û dixwazin em bertek nişan bidin ku êrîş bikin. Dest danîn ser lênûsk û pênûsên me. Her roj dibêjin 'Ev der ne girtîgehe" Ev der dibistaneke leşkeriye, hûn ê îtaat bikin.' Ewlehiya me tune. Bila parêzer bi lez eleqeder bibin.' Zilma li ser girtiyan pir zêde ye." 
 
Rayedarên girtîgehê jî îdîa red kir.

Sernavên din

28/06/2019
14:16 Xizmên kesên li Kortekê hatin kuştin: Rejîma Tirkiye ji ya Baasê jî xiraptire
14:14 Li Dersimê agir bi daristanê ket
14:02 Ceryanê ji sedî 15 zem kirin
14:01 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû -
13:44 Aydin: Em bang dikin ku daraz li gorî azadiya îfadeyê tev bigerin
13:30 Ji ber ku di cenazeyê kurê xwe de wêneyê wî hilgirt doz lê vekirin
13:05 Şahidê dosya Nîhat Kazanhan û 7 kesên din hatin berdan
12:58 Jina ku maşînê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:57 Li Dersimê 30 herêm hatin qedexekirin
12:25 Di bombebaranê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn
12:24 Beştaş: Çima qadên bi dar û ber tune dikin?
12:18 KCD'ê Şêx Seîd û Hevalên wî bi bîr anî
12:12 NÇM: Li Heskîfê dagirkerî heye, werin em lê xwedî derkevin
11:45 Jina ku daxwaza wê ya parastinê nehat qebûlkirin, hat kuştin
11:26 Li Qersê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:25 Girtiyên greva birçîbûnê bi dawî kirin, bi heftana sewqî nexweşxanê nayin kirin
11:19 Dayika Medenî Yildirim: Hêviya min ji adaletê nemaye
11:18 Di ser koçkirina Orhan Dogan ê ji bo aştiyê lêborîn xwest re 12 sal borîn
10:49 Li Girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan didome
10:41 Hevseroka HDP’ê ya Qilabanê hat binçavkirin
10:23 Cezayê hucrê dan girtiyên jin ên bertek nîşanî kamerayên nava qawîşan dan
10:06 Şaredariyên HDP'ê pirzimaniyê dixwazin lê 3 meh in gav neavêtine
09:12 Wê Mazlûm Erencî li ser gora wî bibîr bînin
09:11 Girtinek cuda
09:11 Li herêma Omeriyan hestiyên kesekî/ê hatin dîtin
09:10 Li Girtîgeha Tarsûsê 100 girtî giliyê gardiyanan kir
09:09 Hetîketiya li ser hetîketiyê: Dadgehê wêneyê 'şaş' şand, TRT'ê jî got 'ew bi xwe ye'
09:09 'Ji bo 'jinûve darizandinê' pêdivî bi destekeke hiqûqî heye'
09:08 Şenoglu: Dem dema pêşxistina vîna jiyana hevpar a gelan e
09:08 Sîbera daran li dijî germa zêde derman e
09:07 'Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:30 8 sal şûnde li Kortekê komkujiya duyemîn
27/06/2019
16:51 Kesê li Qoserê daran şikand hat binçavkirin
16:33 Êrîşên li dijî Bîrdariya Komkujiya Enqereyê şermezar kirin
16:30 Li Cizîrê 8 kesan binçav kirin
15:18 Ji bo pêşxistina muzîka kurdî derdikevin rê
15:11 Ji bo tevlêbûna Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê bang
14:50 Li Wanê keyayek din jî ji peywirê girtin
14:25 Li başûrê Liceyê operasyona leşkerî dest pê kir
14:12 Efrîniyên ku tên darizandin nehatin berdan
13:59 Di doza Dink de dozger xwest 7 kes bên cezakirin
13:36 HDK: Em li dijî faşîzmê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin
13:17 Qeydên Konservatura Bajêr dest pê kirin
12:44 DMME’yê ji bo zimanê sûryanî Tirkiyeyê neheq kir
12:09 Dê Meclis îsal nekeve betlaneyê
11:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Polisan bi ser mala endama meclisa şaredariyê ya HDP'î de girt û hemû ferdê malbatê binçav kir
11:19 Serokeşîrên Kerkûkê: Em dikarin xwe bi birêve bibin
10:40 Lİ Îdirê Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan dest pê dike
10:39 'Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê' bikin zagon
10:25 Bayrak: Divê pirsgirêka bingehîn a ji niha şûn ve lihevkirina civakî ya kûr be
10:14 Çîçek: Kurd di çarçoveya peyama Ocalan de çûn ser sindoqan
09:32 Di bin navê ‘muayenekirinê’ de ji jimara 2’an sewqî jimara 1’an kirin
09:31 Li Amedê operasyona 'raporên sexte'
09:09 Sûlava Kanispiyê di bin talûkeya HES'ê de ye
09:08 Ekolojist Yalniç: Divê îktîdar dest polîtîkayên şer ên xwezayê talan dike berde
09:07 Çemê Dîcleyê di 3 salan de 42 kes daqurtand
09:07 Qeyûmê Nisêbînê malê şaredariyê diyarî midûriyeta perwerdehiyê kiriye
09:06 Naklîyevanên Rihayê îflas kirin
09:05 Rêwîtiya zozanan dest pê kir
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2019'AN
26/06/2019
22:35 Erdogan: Ez nizanim ku bi bultena sor li Osman Ocalan digerin
17:59 HDP’ê konferansa xwe ya Anatoliya Navîn li dar xist
17:39 Sibê dê ji bo Engîn Eroglu qapaxên bendavê bên girtin
17:21 Kesek di Çemê Firatê de xeniqî
16:16 Xebatkarê Azadiya Welat, Nîzamettîn Yilmaz hat berdan
14:57 'Dinyayek bêîşkence mimkin e’
14:25 Kaftancioglu roja înê derdikeve pêşberî dadger
13:46 SES’a Amedê xwest daxwazên wan ên TÎS’ê bên qebûlkirin
13:28 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de fetisî hat dîtin
13:20 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê tahliye bûn
12:59 Mamoste Ayşe Çelîk hat beratkirin
12:31 Raportorê NY Kaye: Tirkiye nakeve nava hewldanan
12:06 Ji rojnameger Bêrîtan Canozer re 15 sal ceza hat xwestin
11:21 Li Stenbolê jinek bi îşkenceyê hat kuştinê
10:59 Cenazeyê Alinbay li Pîranê hat veşartin
10:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 11 kesan jiyana xwe ji dest da
10:33 Dixwazin gundên li ser Çemê Dîcleyê vala bikin
09:17 Nîvgirava Bodrûmê bi RES'an tê texrîbatkirin
09:16 Hunermend Çiya: Gotin 'Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya rêxistinê ne'
09:16 Civîna li avahiya HDP'î jî sûc e!
09:15 Bûlût: Wê Hikûmeta Başûr bi vî awayî nikaribe li ser piya bimîne
09:15 'Em bi zorê debara xwe dikin'
09:14 Colemêrgî dixwazin dora Gola Zûrya bê çêkirin û paqijkirin
09:14 Ji ber krîzê wesayîtên xwe difiroşin
09:14 Her diçe rewşa Kemal Ozelamli xirabtir dibe
09:13 Berhema temenekî: Baweriyên Gelêrî
09:13 Ji heman biryarê 2 kes hatin berdan lê Akademîsyen Fusun Ustel hêj girtî ye
09:12 Di salên dawî de 30 bendav ava kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:51 Dozger îtîrazî biryara berata Doza Panzêrê kir
08:51 Hunermend ji bo Heskîfê derketin ser dikê: Em xwedî li Heskîfê derkevin
08:17 Aksakoglu ji girtîgehê derket
25/06/2019
19:05 Li Amedê pevçûneke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:02 4 parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel girtin
16:22 Şopên xwînê ya li qeraxê Munzurê aîdî Eroglu derket
16:21 Zeviyên Şengalê dişewitin
15:41 Baroya Amedê: Dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin
15:08 Ekrem Îmamoglû mal û milkê xwe aşkera kir