* Li herêmê ji ber germahiyê mirov xweşikî nikarin tev bigerin. Li Amedê jî mirov li ber siya darên li parkan hewl didin xwe ji hewaya germ biparêzin.
* Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, destnîşan kir ku îktîdar di hilbijartina 23'yê Hezîranê de têk çûye û got: "Encamên hilbijartinê wê bibe nîşaneya guherînên celebî. Êdî dem dema bilindkirina vîna jiyana bi hev re ya gel e."
* Parêzer Mûharrem Şahîn, ji bo rewşa kesên DMME der barê wan de biryara "binpêkirina mafê darizandineke adil" girtiye û ji bo berdana van kesên navbirî got, teqez divê di warê hiqûqî de piştgiriya van kesan bê kirin.
* Zextên li dijî girtiyan didomin. Xizmên girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê Ozgur Sevîm diyar kirin ku gardiyanan gefa "Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye. Em çi bêjin hûn ê wê bikin" li girtiyan xwariye û radyo, rojname, pirtûk, nameyan nadin girtiyan.
* Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê, wêneyê kesekî ku tu eleqeya wî bi dosyeya darizandinê re tune ye ji pêzanî re şand. TRT, ji bo keseê eleqeya wî bi dosyeyê re tune ye rapora "ew bi xwe ye" rapor amade kir. Ev kes hat binçavkirin û doz lê hat vekirin. Ji bo ev şaşî bê helkirin parêzer 6 mehan tev geriya.
* Endamê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Parêzer Îbrahîm Kaya, diyar kir ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê, piştî bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê gardiyan tehde li girtiyan kirine. Kaya, dest nîşan kir ku ji ber îşkenceyê 100 girtî giliyê gardiyanan kiriye.
* Li herêma Omeriyan, di şikefteke têketina wê bi keviran hatiye girtin de hestiyên mirovekî/ê hatin dîtin. Tê gotin dibe ku ev hestî aîdî kesên di salên 90'î de hatine windakirin bin.
* Lê Sêrtê, Reyhan Temel a 56 salî ku nexweşîna astimê pê re heye hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Tê derpêşkirin ku Temel ji ber wêneyê ku di pêvajoya çareseriyê de bi kurê xwe yê HPG'î re kişandiye hatiye girtin.
* Ji bilî Şaredariya Amedê, malperên şaredariyên din ên HDP’ê xizmeta pirzimanî nadin. Malperên şaredariyan tenê bi zimanê tirkî weşanê dikin. Hevşaredarên HDP’î her çiqas beriya hilbijartinê behsa pirzimaniyê kirin jî lê hê dest pê nekirine. Hevşaredaran got di demek nêz de dê di malperên xwe de cih bidin pirzimaniyê.
* 5'emîn danişîna doza 3 jê girtî 14 xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî wê wê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, wê têkildarî geşedanên siyasî li avahiya HDP'e ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê wê rapora têkildarî mafê meş û xwepêşandanan a 4 mehên 2019'an bi raya giştî re parve bike. (11.30)
* Baroya Amedê ji bo kujerên Tahir Elçî bê darizandin wê li pêş Edliyeya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (13.30)
* Şaxa Komeleya Mafên mirovan (ÎHD) ya Amedê wê têkildarî komkujiya Roboskî di meha 90’emîn de li avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00