Di salên dawî de 30 bendav ava kirin

  • rojane
  • 09:12 26 Hezîran 2019
  • |
img

DUHOK – Li heremê heya niha ji bilî 50 bendavên bi boneya enerjî û avdaniyê hatine avakirin, zêdeyî 30 bendav û sedan Santrolên Hîdroelektrîk (HES) bi armanca ewlekariyê hatin avakirin. Tenê di navbera Colemêrg û Şirnexê 11 bendavên ‘ewlekariyê’ ava kirin. Heta niha 207 milyon TL li çêkirina bendavan xerç kirin. Li santralên termîk û “Riyên ewlekariyê” jî 38 milyon TL xerç kirin. Îhaleya wan tevan jî di destê Parlementerê Mêrdînê yê berê yê AKP’î Suleyman Bolunmez de ye. 

Di salên dawî de li bajarên kurdan di bin navê ewlehiyê de zêde bendav û santrolên hîdroelektrîk (HES) tên avakirin. Hat diyarkirin ku li heremê heya niha ji bilî 50 bendavên bi boneya enerjî û avdaniyê hatine avakirin, zêdeyî 30 bendav û sedan Santrolên Hîdroelektrîk (HES) hatin avakirin. Bi hinceta ewlekariyê bendavan ava dikin. Bendavên hatine çêkirina an jî çêkirina wan hê didome yên li Çewlig, Şirnex, Colemêrg, Êlih, Mêrdîn, Amed û Dêrsimê, ji ber ku şûnwarên dîrokî, qadên xwecihî, cureyên giyayên endemîk û ekosîstem raste rast jê bandor digire, proje her tim rastî bertekên raya giştî tên.  
 
Li Tirkiyeyê beşek mezin a dahatûna millî bi hinceta “ewlekariyê” ji Wezareta Parastina Neteweyî, Serokatiya Qurmaya Giştî, Miduriyeta Giştî ya Ewlehiyê tê razandin. Bi taybetî di polîtîkayên mijara pirsgirêka Kurd de “Ewlekarî” esas tê girtin. Mînaka herî şênber a van polîtîkayên “ewlekariyê” jî di bendavên hatine çêkirin an jî çêkirina wan berdewam dike de xwe dide der. Wezîrê Karê Av û Daristanê ya demê Veysel Eroglu, di bersivdayîna pêşnûmeyekê de, aşkere kiribû ku hejmara santralên hîdroelektrîk ên aktîf 333, hejmara HES ên ku ji aliyê sektorên taybet ve înşeata wan didome 237, heya niha bi 924 şîrketên taybet re peyman hatiye danîn.  
 
Li sînor 11 bendên ji avê û bi dehan riyên ku nayên zanîn bi ku ve diçin! 
 
Hejmara herî zêde çêkirina bendavên ku tên plankirin li heremên Colemêrg û Şirnexê ku li ser sînorên Herêma Kurdistana Federal û Îranê ne. Di sînorên Şirnexê 7, li Colemêrgê jî 4 bendavên ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya DSÎ ve di sala 2008’an ve destpêkirine. Li Şirnexê di sînorên Herêma Kurdistan a Federal li ser çemên Hêzil û Roboskî 7 bendavên bi navê Silopî, Şirnex, Uludere, Balli, Kavşaktepe, Musatepe û Çetîntepe, li ser çemê Guzeldere jî 2 bendavên bi navê Golgeliyamaç û Çocuktepe, li ser Çemê Pembo ya di navbêra navçeya Şemzînan û Geverê ku li ser sînorê Îranê jî du bendavên bi navê Beyyurdu û Aslandag bi tevahî 11 bendav hatine çêkirin. Di sala dawî de jî di qontara Çiyayê Cûdî ya navçeya Slopiya jî 3 înşeatên Santrala Termîk û di bin navê “ewlekariya” van înşeatan de jî 8 riyên “ewlekariyê” tên çêkirin.  
 
JI BO EWLEHIYÊ AVA DIKIN
 
Hat diyarkirin ku gelek bendavên ku çêkirina wan temam bûye dê geliyên kûr ên ji Qilebanê ya Şirnexê heya navçeya Çelê ya Colemergê av tije bibe, gelek bendavên temam bûne jî av girtiye. Ji bo bendavên hatine çêkirin, rayedarên fermî yên dewletê bi xwe jî aşkere dikin ku bendavên tên çêkirin ne ji bo enerjî an jî avdaniyê ye. Hat destnîşankirin ku ligel bendewariya ‘ewlehiyê” ya ji bo bendavan tên dayîn tê xwestin ku herêm bêmirov bihêlin e. Hat destnîşankirin ku ji ber qeraxa gola bendavan hemwelatiyên ku bixwazin vegerin gundên xwe jî dê erd û xaniyên di bin avê de mane benda wan bimîne.  
 
QIRKIRINA EKOLOJIYÊ 
 
Çewa ku ji ber bendav û HES ên di navbera sînorên Mêrdîn û Şirnexê de ku 15 kîlometre dikeve rojhilatê navçeya Kerboranê bi xwedî 12 hezar sal dîrokê Heskîfê re 95 gund û 104 mezra bi tevahî 200 şûnwar di bin avê de bihêle, nêzî 80 hezar nifus neçarî koçber bibin, heman rewş dê li vê heremî jî pêk wer e. Bi van bendavan re ku gelek cureyên zindî tune bibin, ligel Bendava Ilisû rastî bertekên gelek sazî, rêxistinên sivîl û hwd tê jî hikumet di çêkirina bendavê de israr kir û gelek şikeftên xwezayî û şûnwarên dîrokî hatin rûxandin.  
 
WÊ 870 ÇAVKANIYEN AVÊ TUNE BIBIN
 
Midûriyeta Bajêr a Karê Avê ya Dewletê (DSÎ), projeya bi armanca depokirina enerjî û avê ya li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistan a Federal amade kiribû di sala 2008’an de xistibû meriyetê. Di heremê de îhala 11 bendavên ku wek e “Li dijî PKK’ê bendavên ewlehiyê” tê bi navkirin di sala 2008’an de hatibû danîn û dest bi avakirinê kiribûn. Ji van 7 bendavên herî girîng ya Silopî, Şirnex û Qilebanê avakirina govdeya wan hatiye tamamkirin û av tije dibe. Avakirina 5 bendavên li Şirnexê û 4 jî ya li Colemergê jî di nava çend mehên dawî de temam bûye. Her wiha bi avgirtina van bendavan re dê 870 kaniyên ku can dide giyayan jî dê di bin van bendavên “ewlehiyê” de bimînin.  
 
207 MILYON XERÇ KIRIN
 
Maliyeta 7 bendavên ku li ser sînor hatine avakirin wek e 207 milyon lîre hatiye hesabkirin lê li gor çavkaniyên di nav DSÎ de, heya dawiya 2018’an pereyê li van bendavan hatiye xerckirin ji 207 milyon lîreyê derbas kiriye. Bi dawîkirina van bendavan re çandinî, bax û baxçeyên, herêma ku bûye cihê sewalên cur bi cûr di bin avê de mane, înşeatên santrala termîka di qontara Çiyayê Cûdî de didome û 8 riyên “ewlehiyê” ya di bin navê ewlehiya van înşeatan jî dê 38 milyon lîreyê din bê xerckirin.  
 
BÊ NAVBER RÊYAN ÇÊ DIKIN
 
Li gor nexşerêya bendavên Şirnexê ya ji aliyê DSÎ ve hatiye amadekirin, li herêma aliyê Qilebanê di şûna riyên di bin avê de bimînin, dest bi çêkirina riyên nû yên ku dê ber bi hûndirtir ve here bikin. Riya 45 ku ji herêma Înceler destpêkiriye, ji gundên Işikveren û Taşdelen derbas dibe di gundê Roboskî de dawî dibe. Li dora bendava Kavşaktepe 1,9 km, li Bendava Musatepe ya nêzî gundê Ortabagê 1,5 km, li Bendava Çetîntepe ya di herêma Ortasû û Gulyazi de 2 km riya ewlehiyê, li ser Bendava Şirnekê jî 3 km riya bend ji aliyê Miduriyeta Îdareya Taybet a Bajêr ve hatiye çêkirin. Riyên din ên ‘ewlehiyê’ ku di 2005’an de 3 milyon û 600 hezar TL lê hatibû xerckirin jî di bin bendava ‘ewlehiyê’ de man.  
 
ÎHALE DANE PARLAMENTERÊ AKP’Ê SULEYMAN BOLUNMEZ 
 
Bendav, santralên termîk û riyên ‘ewlekariyê’ yên li heremê ku berê ji aliyê DSÎ ve dihat çêkirin lê di salên dawî de îhaleya wan dabûn şîrketan, bi taybetî îhaleyên santralên termîk û ‘riyên ewlekariyê’ yên di qontara Çiyayê Cudî ya Slopiya tên çêkirin jî dane parlementerê Mêrdînê ya AKP’ê Suleyman Bolunmez ku di sala 2001’an de di bi navê ‘Operasyona Firtina-Bahoz’ de bi kaçaxçitiya sotemeniyê navê wî derketibû. Ev santralên termîk û riyên ewlehiyê yê dê 38 milyon TL lê bê xerckirin ku ji aliyê şîrketên an xwedî an jî hevkarên wan e Suleyman Bolunmez, sicîla wî ya sûcê kaçaxçitiyê pir tije ye. 
 
DOSYA BOLUNMEZ NE PAQIJ E
 
Suleyman Bolunmez ku di sala 1956’an de li Mêrdînê hatiye dinê, di sala 1968’an de bi malbata xwe re mala xwe birine Enqerê û di sala 1982’an de jî dest bi bazirganiyê kiriye. Bolunmez ku di navbera salên 1997-2007’an de serokatiya Kuluba Werzîşê ya Mêrdînê kiriye, di hilbijartina 2002’an de wek Parlementerê serbûxwe ya Mêrdînê hat hilbijartin. Suleyman Bolunmez, bi sûcê kaçaxçitiya sotemeniyê 4 sal cezayê girtîgehê xwar û ev ceza hatibû erê kirin, beriya hilbijartina 2007an jî serî li AKP’ê dabû. Li Mêrdînê di rêza duyemîn parlementeriya AKP’ê de bû namzet. Navê Suleyman Bolunmez a AKP’yî di sala 2001’an de di operasyona kaçakçitiya sotemeniyê ya li Antalya de hatibû rojevê. Bi îdeaya kaçaxçitiya 100 milyonî hatibû girtin. 7 meh di girtîgehê de ma. Di 2002’an de wek parlementerê serbûxwe hat hilbijartin û kete meclîsê, dema wextê wekîltiya wî dawî bû 4 sal mahkumê cezayê hat kirin, cezayê wî jî erê bû.  
 
Bolunmez, di sala 2015’an de bû namzetê AKP’ê, lê ji ber cezayê derheqê wî de erê bibû namzetiya wî ketibû. Ji ber kaçakçitiya sotemeniyê cezayê wî erê bibû nikaribû bibe parlementer, derket holê ku karê sotemeniyê bi Koma Demîroren dewam kiriye. Di nava hevkariya îstasyonên sotemeniyê ya di sala 2014’an de ya xeta Sarayburnu-Bakirkoy a Stenbolê de hatibû vekirin de Demoren û Suleyman Bolunmez jî hebûn.  
Bolunmez, di hesaba xwe ya twîter de aşkere kiribû ku ji bo piştgiriya namzetê AKP’ê ya Şaredariya Stenbolê Bînalî Yildirim ew dê hemû derfetên xwe bixe dewrê, ji bo wê jî bi hemû qezancên xwe re kolan bi kolan bigerin û xebat bikin.  
 
MA / Erdogan Altan 
 
 

Sernavên din

28/06/2019
14:16 Xizmên kesên li Kortekê hatin kuştin: Rejîma Tirkiye ji ya Baasê jî xiraptire
14:14 Li Dersimê agir bi daristanê ket
14:02 Ceryanê ji sedî 15 zem kirin
14:01 Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû -
13:44 Aydin: Em bang dikin ku daraz li gorî azadiya îfadeyê tev bigerin
13:30 Ji ber ku di cenazeyê kurê xwe de wêneyê wî hilgirt doz lê vekirin
13:05 Şahidê dosya Nîhat Kazanhan û 7 kesên din hatin berdan
12:58 Jina ku maşînê lê xist jiyana xwe ji dest da
12:57 Li Dersimê 30 herêm hatin qedexekirin
12:25 Di bombebaranê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn
12:24 Beştaş: Çima qadên bi dar û ber tune dikin?
12:18 KCD'ê Şêx Seîd û Hevalên wî bi bîr anî
12:12 NÇM: Li Heskîfê dagirkerî heye, werin em lê xwedî derkevin
11:45 Jina ku daxwaza wê ya parastinê nehat qebûlkirin, hat kuştin
11:26 Li Qersê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:25 Girtiyên greva birçîbûnê bi dawî kirin, bi heftana sewqî nexweşxanê nayin kirin
11:19 Dayika Medenî Yildirim: Hêviya min ji adaletê nemaye
11:18 Di ser koçkirina Orhan Dogan ê ji bo aştiyê lêborîn xwest re 12 sal borîn
10:49 Li Girtîgehên Xarpêtê binpêkirina mafan didome
10:41 Hevseroka HDP’ê ya Qilabanê hat binçavkirin
10:23 Cezayê hucrê dan girtiyên jin ên bertek nîşanî kamerayên nava qawîşan dan
10:06 Şaredariyên HDP'ê pirzimaniyê dixwazin lê 3 meh in gav neavêtine
09:12 Wê Mazlûm Erencî li ser gora wî bibîr bînin
09:11 Girtinek cuda
09:11 Li herêma Omeriyan hestiyên kesekî/ê hatin dîtin
09:10 Li Girtîgeha Tarsûsê 100 girtî giliyê gardiyanan kir
09:09 Hetîketiya li ser hetîketiyê: Dadgehê wêneyê 'şaş' şand, TRT'ê jî got 'ew bi xwe ye'
09:09 'Ji bo 'jinûve darizandinê' pêdivî bi destekeke hiqûqî heye'
09:08 Şenoglu: Dem dema pêşxistina vîna jiyana hevpar a gelan e
09:08 Sîbera daran li dijî germa zêde derman e
09:07 'Ev der ne girtîgehe, dibistaneke leşkerî ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:30 8 sal şûnde li Kortekê komkujiya duyemîn
27/06/2019
16:51 Kesê li Qoserê daran şikand hat binçavkirin
16:33 Êrîşên li dijî Bîrdariya Komkujiya Enqereyê şermezar kirin
16:30 Li Cizîrê 8 kesan binçav kirin
15:18 Ji bo pêşxistina muzîka kurdî derdikevin rê
15:11 Ji bo tevlêbûna Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê bang
14:50 Li Wanê keyayek din jî ji peywirê girtin
14:25 Li başûrê Liceyê operasyona leşkerî dest pê kir
14:12 Efrîniyên ku tên darizandin nehatin berdan
13:59 Di doza Dink de dozger xwest 7 kes bên cezakirin
13:36 HDK: Em li dijî faşîzmê têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê bilind bikin
13:17 Qeydên Konservatura Bajêr dest pê kirin
12:44 DMME’yê ji bo zimanê sûryanî Tirkiyeyê neheq kir
12:09 Dê Meclis îsal nekeve betlaneyê
11:57 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Polisan bi ser mala endama meclisa şaredariyê ya HDP'î de girt û hemû ferdê malbatê binçav kir
11:19 Serokeşîrên Kerkûkê: Em dikarin xwe bi birêve bibin
10:40 Lİ Îdirê Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan dest pê dike
10:39 'Qanûna Parastina Havzaya Gola Wanê' bikin zagon
10:25 Bayrak: Divê pirsgirêka bingehîn a ji niha şûn ve lihevkirina civakî ya kûr be
10:14 Çîçek: Kurd di çarçoveya peyama Ocalan de çûn ser sindoqan
09:32 Di bin navê ‘muayenekirinê’ de ji jimara 2’an sewqî jimara 1’an kirin
09:31 Li Amedê operasyona 'raporên sexte'
09:09 Sûlava Kanispiyê di bin talûkeya HES'ê de ye
09:08 Ekolojist Yalniç: Divê îktîdar dest polîtîkayên şer ên xwezayê talan dike berde
09:07 Çemê Dîcleyê di 3 salan de 42 kes daqurtand
09:07 Qeyûmê Nisêbînê malê şaredariyê diyarî midûriyeta perwerdehiyê kiriye
09:06 Naklîyevanên Rihayê îflas kirin
09:05 Rêwîtiya zozanan dest pê kir
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2019'AN
26/06/2019
22:35 Erdogan: Ez nizanim ku bi bultena sor li Osman Ocalan digerin
17:59 HDP’ê konferansa xwe ya Anatoliya Navîn li dar xist
17:39 Sibê dê ji bo Engîn Eroglu qapaxên bendavê bên girtin
17:21 Kesek di Çemê Firatê de xeniqî
16:16 Xebatkarê Azadiya Welat, Nîzamettîn Yilmaz hat berdan
14:57 'Dinyayek bêîşkence mimkin e’
14:25 Kaftancioglu roja înê derdikeve pêşberî dadger
13:46 SES’a Amedê xwest daxwazên wan ên TÎS’ê bên qebûlkirin
13:28 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de fetisî hat dîtin
13:20 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Rihayê tahliye bûn
12:59 Mamoste Ayşe Çelîk hat beratkirin
12:31 Raportorê NY Kaye: Tirkiye nakeve nava hewldanan
12:06 Ji rojnameger Bêrîtan Canozer re 15 sal ceza hat xwestin
11:21 Li Stenbolê jinek bi îşkenceyê hat kuştinê
10:59 Cenazeyê Alinbay li Pîranê hat veşartin
10:44 Dolmîşa penaberan qeza kir: 11 kesan jiyana xwe ji dest da
10:33 Dixwazin gundên li ser Çemê Dîcleyê vala bikin
09:17 Nîvgirava Bodrûmê bi RES'an tê texrîbatkirin
09:16 Hunermend Çiya: Gotin 'Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya rêxistinê ne'
09:16 Civîna li avahiya HDP'î jî sûc e!
09:15 Bûlût: Wê Hikûmeta Başûr bi vî awayî nikaribe li ser piya bimîne
09:15 'Em bi zorê debara xwe dikin'
09:14 Colemêrgî dixwazin dora Gola Zûrya bê çêkirin û paqijkirin
09:14 Ji ber krîzê wesayîtên xwe difiroşin
09:14 Her diçe rewşa Kemal Ozelamli xirabtir dibe
09:13 Berhema temenekî: Baweriyên Gelêrî
09:13 Ji heman biryarê 2 kes hatin berdan lê Akademîsyen Fusun Ustel hêj girtî ye
09:12 Di salên dawî de 30 bendav ava kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2019'AN
08:51 Dozger îtîrazî biryara berata Doza Panzêrê kir
08:51 Hunermend ji bo Heskîfê derketin ser dikê: Em xwedî li Heskîfê derkevin
08:17 Aksakoglu ji girtîgehê derket
25/06/2019
19:05 Li Amedê pevçûneke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:02 4 parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel girtin
16:22 Şopên xwînê ya li qeraxê Munzurê aîdî Eroglu derket
16:21 Zeviyên Şengalê dişewitin
15:41 Baroya Amedê: Dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin
15:08 Ekrem Îmamoglû mal û milkê xwe aşkera kir