* Li heremê heya niha ji bilî 50 bendavên bi boneya enerjî û avdaniyê hatine avakirin, zêdeyî 30 bendav û sedan Santrolên Hîdroelektrîk (HES) bi armanca ewlekariyê hatin avakirin. Tenê di navbera Colemêrg û Şirnexê 11 bendavên ‘ewlekariyê’ ava kirin. Heta niha 207 milyon TL li çêkirina bendavan xerç kirin. Li santralên termîk û “Riyên ewlekariyê” jî 38 milyon TL xerç kirin. Îhaleya wan tevan jî di destê Parlementerê Mêrdînê yê berê yê AKP’î Suleyman Bolunmez de ye.
* Akademîsyena Aştiyê Prof. Dr. Fusun Ustel li gel biryara dadgehê hêj nehatiye berdan. Li aliyê din ji heman biryarê 2 kesên din serbest hatin berdan. Prz. Adnan Erol, diyar kir ku rejîma înfazê heye û ev rejîm li gorî kesan û herêman tê guhertin.
* Pirtûka “Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî” ya berhevkar Nîhat Oner derket. Di pirtûkê de baweriyên gelêrî û baweriyên çîrokên xwe hene di rûpelên pirtûkê de cih digirin. Oner ji bo pirtûka xwe wiha dibêje: “Min temenek daye vê pirtûkê û wê ev temen hêj ji bo folklora kurdan bixebite.”
* Alaattîn Ozelmali, diyar kir ku rewşa birayê wî Kemal Ozelmali di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê de ye û nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye, her diçe xirabtir dibe û xwest bê berdan.
* Welatiyên ji ber krîza aborî wesayîtên xwe anîn bazarê, gotin: "Bazar qelebalix e, lê kes nakire. Dipirsin lê nakirin. Em ê wesayîtên xwe bifiroşin û pê lazmatiyên ji bo malê bikirin."
* Welatiyên xwestin Gola Zûrya ku malovaniya gelek çivîk û masiyan dike bê tîmarkirin, bang li şaredariyê kirin ku demildest tev bigere.
* Masîvanên li perava Karadûvarê, diyar kirin ku ew masîwurk û masîpankan zevt dikin lê belê ji ber bihabûna fiyetê mazotê bi zorê debara xwe dikin.
* Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, ji bo Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ku destekê dide operasyona Xakurkê got: "Tirkiye, gav bi gav Kurdistana Federe bi dest dixe. Hikûmeta Başûr, bila qet nebêje eger tevgera kurd biqede ew ê li ser piya bimîne."
* Li Edeneyê di 4 mehên dawî de 57 HDP'î hatin binçavkirin. Ji van kesan Hevseroka HDP'a bajêr Gulseren Tûral jî di nav de kes bi beyanên şahidin aşkere û nepen hatin girtin. Dozgeriyê, lihevkombûyîna li avahiya partiyê jî wekî sûc hesiband.
* Solîstê Koma Gulên Xerzan Çiya Şenses, bilêv kir ku di demên dawî de zêde zext û zorî li ser hunermenên NÇM'ê hene û polîsan di dema binçavkirinê de jê re gotine: "Şert û mercên we yên jiyanê tune ne. Stranên kurdî jî ji bo me sedema propagandaya terorê ne."
* Mehmet Çîlsal ku bertek nîşanî RES'ê li Bodrûmê hatine çêkirin dan û got: "Doz hîn jî didome. Em di dozên xwe yên din de bi ser ketin. Em xwezahez şopdarê hemû pêvajoya ne."
* ÎHD û TÎHV, di çarçoveya Roja Piştevaniya Kesên Rastî Îşkenceyê hatine de wê li Amed, Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30-13.00)
* Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Nizamettin Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ye wê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.10)