STENBOL – Yigît Aksakoglu yê ji Doza Geziyê 7 meh bû girtî piştî biryara tahliyeyê ji girtîgehê derket û got: “Divê demildest edalet were welat.”
Karsaz Osman Kavala û Yigît Aksakoglu yên ji Doza Geziyê girtîbûn hatin darizandin. Dadgehê biryara dewama girtina Kavala da û Aksakoglu jî berda. Piştî biryara berdanê Aksakoglu piştî saetan ji girtîgehê derket û malbat û hezkiriyên wî ew pêşwazî kirin. Aksakoglu axivî û got: “Ne li benda berdanê bûm. Ez îro bextewar im. Ez ji bo Osman beg gellek xemgîn bûm. 20 meh in bêsûc girtî ye. Gellek însan bêsûc girtî ne. Divê demildest edalet were vî welatî."