AMED - Nexweşxaneya Lêkolîn a Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a rapora ji sedî 87 astengdare û nikare “li girtîgehê bimîne” da bû Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî yê 23 sal e bi îdiaya “Tuggeneral Bahtiyar Aydin kuştiye” girtiye, piştî 4 salan rapora xwe sifir kir û raporek nû ya Ozkan dikare “Di girtîgehê de bimîne” dayê.
Li navçeya Licê ya Amedê di 22’ê cotmeha 1993’yan de Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) ê 80 salî bi îdiaya kuştina Tuggeneral Fermandarê Cendermeyan ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin, cezayê girankirî yê muebetê lê hat birîn û tekane girtiyê vê dozê ye. Girtiyê nexweş Ozkan ê 23 salin girtiye, li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên giran jî, nayê berdan û li benda edaletê ye.
NIKARE PÊDIVIYÊN XWE PÊK BÎNE!
Ozkan ê 23 salin girtiye, nexweşiyên wî yên dil, tansiyon, guatra bi jehrî, helîna hestî, gurçik, rovî, kolî dayîn, ne bihîst û ne dîtinê hene. Ozkan, pêdiviyên xwe yên jiyanî yên xwarin xwarinê, serşoştin, kinc li xwe kirin, tiraş bûyîn û çûyîna tûwaletê nikare bi tena serê xwe pêk bîne.
‘TALÛKEYA WÎ YA JIYANÊ HEYE’
Ozkan ê di 25’ê Gulana 2015’an de birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, rapora ji sedî 87 astengdare danê.
Di rapora hat dayîn de wiha hat gotin:
“1. Girtî nikare cezayê xwe di qawîşa mehkûm de dewam bike.
2. Nexweşiya nexweş girane, nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne û talûkeya wî ya jiyanê heye.”
Ozkan ê di pêvajoya girtina xwe de 4 caran krîza dil derbas kir, Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo ku dosyeya Bahtiyar Aydin nekeve ber dembûyeriya 20 salan, cardin dozya vekir. Ligel ku ji sedî 87 rapora Ozkan a nikare di girtîgehê de bimîne heye jî, dîsan nayê berdan. Ozkan herî dawî di 19’ê Hezîranê de, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nebaşbû û rakirin nexweşxanê.
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç