MÊRDÎN - Bavê 5 zarokan Şehmûs Orkmen ku dema di karê MARSÛ'yê de dixebitî qeyrana dil derbas kir û ket nav nivînan, paşê ji kar hatibû avêtin. Lê belê her çend 60 ji sedî rapora wî ya astengdariyê heye dîsa jî daxwaza wî ya ji bo teqawidbûyînê nehat qebûlkirin.
Bavê 5 zarokan Şehmûs Orkmen (54), dema li Îdareya Av û Qenalîzasyonê (MARSÛ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebitî di sala 2018'an de qeyrana dil derbas kir û paşê ket nav nivînan. Orkmen, dema qalpaxa rogarê diguheran qeyran dil derbas kir û paşê Desteya Tenduristiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê rapora 60 ji sedî dayê.
Lê belê Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji bo Orkmen got "di tu fonksiyonên wî yên wucûde de kêmaniyet tune ye." Ji ber vê Orkmen nikare rapora "nikare bixebite" wergire û ji ber vê jî nikare teqawid bibe.
'NAXWAZIM BIBIM MUHTACÊ TU KESÎ'
Orkmen, diyar kir ku kesî destek nedayê û tenê daxwaze wî heye ew jî teqawid bibe. Orkmen, anî ziman ku ji ber nikare bixebtie sîgortaya wî jî tune ye û got: "Wexta li MARSÛ'yê dixebitîm, dema min qalpaxa rogarê diguheran min qeyrana dil derbas kir. Ji ber qeyrana dil ji kar hatim avêtin. Ji ber rapora min 'nikare bixebite' tune ye ne dikarim meaş wergirim ne jî tazmînatê bistînim. Ji bo muhtacî kesî nebim tenê dixwazim meaşê min dewam bike."
Hanîfe Orkmen jî diyar kir ku ji ber rewşa hevjînê wê zarokên wê nikarin xwendina xwe bidomînin û xwest ev mexdûriyet bê helkirin. Orman, destnîşan kir ku ew ji tu kesî doza tiştekî nakin û got: "Tenê em doza mafê xwe dikin."