AMED - Wê galaya belgefîlma "Gîtmek" ku behsa jiyana kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane dike, li Amedê pêk bê. Wê malbatên ku di komkujiya 5'ê Hezîranê ya Qada Îstasyonê, 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û Pirsûsê de xizmên wan hatin kuştin tev li galayê bibin.
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi dirûşmeya "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" kampanyayek dabûn destpêkirin û di çarçoveya vê kampanyayê de di 20'ê Tîrmeha 2015'an de hatibûn Pirsûs a Rihayê. Ciwanên ku xwestin ji wir derbasî Kobaniyê bibin, li Navenda Çandê ya Amarayê li hev kom bibûn. Lê belê DAIŞ'ê êrîşî wan kiribû û 33 kes ji wan jiyana xwe ji dest dabûn.
BELGEFÎLM HAT ÇÊKIRIN
Li ser vê komkujiyê bi navê "Gîtmek" (Çûyîn) belgefîlmek hat çêkirin. Belgefîlm bi pşengiya Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê û Dayikên Aştiyê bi derhêneriya Mûstafa Emîn Buyukcoşkûn hat çêkirin. Wê galaya belgefîlmê di 29'ê Hezîranê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk bê.
Wê kesên di Komkujiya 5'ê Hezîranê, 10 Cotmehê ya Gara Enqereyê û Komkujiya Pirsûsê de birîndar bûne û malbatên kesên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane tev li galayê bibin.
Rojda Bariş (26) ku di dema komkujiyê de li Pirsûsê bû diyar kir ku wan xwestiye pêlîstokan bibin ji zarokên Kobaniyê re, lê belê xwîn pejiqî xiyala wan. Bariş, bi bîr xist ku di komkujiyê de 33 kes jiyana xwe ji dest dane û tevî wan 33 kesan jiyana wan jî pir guheriye.
'YEK JI WAN ŞAHIDA ME'
Bariş, bi bîr xist ku di dema Komkujiya Qada Îstasyonê ya Amedê jî li qadê bûye. Bariş, diyar kir ku ji bo tirsa li ser xwe bavêje û bihêvî be çûye Pirsûsê û piştî komkujiyê ji bo aştiyê biqîre berê xwe daye Enqereyê û êrîşa li garê bi bîr xist. Bariş, anî ziman ku hewl dane li vê xakê şopa şer ji holê rakin û di her êrîşê de tiştek jê kêm bûye. Bariş, diyar kir ku bi vê belgefîlmê ew ê tiştên jê qut bûne berhev bike û got: "Min gelek komkujî û qirkirinên li vî welatî pêk hatin xwendin. Di navbera xwendinê û cihgirtinê de ferqek heye. V carê di nav de bûm. Yek ji şahidê wê me."
Bariş, destnîşan kir ku belgefîlma "Gîtmek" girîng e û bal kişand ser galaya wê ku dê li Amedê pêk bê û xwest wê rojê hemû Amediyên bûne şahidê 5'ê Hezîranê li cem wan bin.
Sevdet Acar (26) ku di komkujiyê de birîndar bibû, bi bîr xist ku ji bo ew Kobaniyê ji nû ve ava bikin ketibûn rê. Acar ku got "diviya ji bo xwişk û birayên xwe yên rojavayî biçim", bilêv kir ku sibeha 20'ê Tîrmehê tevî hevalên xwe ji Amedê çûye Pirsûsê û got: "Em gihan Pirsûsê. Kesên li Navenda Çandê ya Amaryê ne pir biheyecan û kêfxweş bûn. Min li wir hevalên xwe Polen, Ezgî, Cebraîl, Veysel û ên din belkî 20 belkî jî bi qasî 30 deqeyan dît û niha dî bîra min de wisa mane. Tenê tiştekî dizanim, niha bêhna ku digirim ya hevalên min e."
‘EM LI GALAYÊ LIGEL HEV BIN'
Acar bal kişand ser belgefîlma "Gîtmek" û got: "Belgefîlma Gîtmek behsa hevrê, xwişk, bira û dostên me yên di 2015'an de jiyana xwe ji dest dan dike. Li dijî pergala zalimên ku ev êş li me peyda kirin em di 29'ê Hezîranê de ji bo bîranîna 33 rêwiyên xiyalan li galaya belgefîlma Gîtmek bên cem hevdu."