DERSIM - Li Dêrsimê, malbatên ku di sala 1993'yan de gundên wan hatin şewitandin û bi darê zorê koçber bûn, 26 sal şûnde dixwazin vegerin gundên xwe. 3 malbat 2 meh in ji bo vegerin gundên xwe serî li saziyên fermî didin.
Li Dersimê, di sala 1993'yan de mezrika Laşikê ya girêdayî navçeya Pulurê, ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin û bi darê zorê hat valakirin. Ji ber vê zêdetirî 10 malbat mecbûr man warê xwe biterikînin û koçî rojavayê Tirkiyeyê bûn.
Malbata Sakîn û Yagiz ku li Kocaeliyê bi cih bûn û malbata Koçer jî li Bûrsayê bi cih bû, piştî 26 salan dixwazin vegerin mezrika xwe. Ji bo vê jî hatin Dersimê. Malbat ji bo li mezrikê xaniyên xwe çêkirin ketin nav hewldanan. Lê belê ji ber cihekî wan ê mayînê tune ye, 2 meh in li dunê Dûmantepe yê Pulurê bi mêvanî dimînin. Di nav vî du mehî de malbatan hevdîtin bi rayedarên walîtî, qeymeqamtî û xizmetên gundan re çêkirin. Malbatan, ji bo çareserkirina xanî, av, rê û ceryanê doza destekê kirin, lê belê heta niha tu encam ji hevdîtinan negirtine. Xizmetên gundan, ji malbatan xwest divê pêşî îkameta xwe bînin gund û paşê ji bo çêkirina xanî destûrê bigirin.
Malbat li benda encama hevdîtina ne û dixwazin rayedar peywira xwe bi cih bînin.
LI BENDA CERYAN, AV Û RÊ NE
Hasan Sakîn (63) ku ji Kocaeliyê hatiye, diyar kir ku ji bo ceryan, av û çêkirina rê wan hevdîtin bi rayedaran re çêkiriye lê belê ew li benda encamên hevdîtina ne û got, divê dewlet destekê bide wan. Sakîn, bilêv kir ku di sala 1993'yan de piştî gundê wan tê şewitandin tê valakirin. Sakîn, anî ziman ku keçeke wî ya berasteng heye û bi salan ew li bajaran mehkûm bûne û êdî dixwazin li gundê xwe bi cih bibin.
Sakîn, got: "Dayika min Fatma bi hesreta warê xwe nexweş ket û mir. Me nikaribû cenazeyê wê jî bîne warê wê. Ji ber hatina gund qedexe bû me cenaze li Kocaeliyê veşart. Tenê daxwazek wê hebû ew jî dixwast biçe gundê xwe. Mehek e em li mala hin kesan dimînin. Li warê xwe em penaber bûne. Em dixwazin ev rewş bi dawî bibe."
Sakîn, diyar kir ku dema koçber bûne di gelek karan de xebitiye û jiyana bajaran zor û zehmetî dane ber wan.
‘NAXWAZIM LI BAJARAN BIJÎM'
Sabriye Yagmaz (55) ku ji Kocaeliyê hatiye Dersimê, êdî dixwae li gundê xwe bijî. Yagmaz, got: "Min pir bêriya gundê xwe kiriye. Hatim lê nikarim biçim gundê xwe. Êdî naxwazim li bajaran bijîm. Em ji bajaran adiz bûne. Ji ber vê nexweş ketim. Jiyana me tim koçberî bû. Êdî naxwazim wisa be."
Şukru Koçer (55) ku ji Bûrsayê hat Dersim jî got: "Di sala 1993'yan de gundê me hat şewitandin û bi darê zorê em hatin koçberkirin. Extiyarên me bi hesreta welat mirin hin jê jî nexweş ketin. Li rojavayê Tirkiyeyê hem di warê maddî hem jî di warê manewî de em pir tengijîn. Em tî û birçî man. Em li fabrîkayan xebitîn. Lê tu titş wekî ehsreta ji bo welat ne zor bû. Êdî em dixwazin ev hesret û bêrîkirin bi dawî bibe. Em dixwazin li gundê xwe erdên xwe bajonin û sewalvaniyê bikin."
MA / Semra Turan