Karkerên jin ên ji Şaredariya Alîagayê hatin avêtin: Em karê xwe dixwazin

  • jin
  • 09:20 25 Hezîran 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Şaredariya Alîgayaê 179 karker ji kar avêtibûn. Ji van karkeran karkerên jin bilêv kirin ku di şevekê de ji karê xwe yê bi salan hatine avêtin û gotin: "Di vê krîza aborî de em bi awayekî neheq bê kar hatin hiştin. Em karê xwe dixwazin." 

Piştî hilbijartina 31'ê Adarê, Şaredariya Alîaga ya MHP'î di nav mehekê de 179 karker ji kar avêtin. Ji van karkeran hin jê jin in. Karkerên jin bilêv kirin ku di vê krîza aborî de ji kar hatine avêtin û ji bo vegerin ser karê xwe li ber xwe didin. 
 
Necla Yucel ku 35 roj in li konê berxwedanê yê li Qada Demokrasî ya Alîagayê ye, diyar kir ku 9 salan li şaredariyê xebitiye. Dayika 2 zarokan Yucel, got: "Em karê xwe dixwazin. Divê rojek berî rojekê şaredarî dev ji vê çewtiya xwe berde." Yucel, diyar kir ku Şaredar Serkan Acar gotiye "Ez kî bixwazim ew ê bixebite û kê bixwazim ez ê ji kar derxînim, çimkî gel ev erk xistiye destê min" û got: "Bi vê hişmendiyê şaredarîtî nabe. Gelê Alîagayê ji bo karker ji kar bên derxistin ew ne hilbijartin. Gel ji bo şaredar xizmetê bike ew hilbijartiye, ne ji bo karkeran ji kar derxîne." Yucel, destnîşan kir ku krîza li Tirkiyeyê kûr bûye û di van şertan de bidestxistina kar zehmet e û got: "Di nav me de ên emrê wan ji çilî zêdetir hene. Niha kesên ciwan nikarin kar peyda bikin, em çawa peyda bikin." 
 
'DI ŞEVEKÊ DE JI KAR HATIM AVÊTIN' 
 
Nadîre Ûral ku 25 salan li şaredariyê xebitî û ji kar hat avêtin, got: "Bêyî embibin sedema tu pirsgirêkan em bi Serkan Acar re xebitîn. Çi got me kir. Car hebû me tuwalet paqij dikirin, car hebû me lis er maseya xwe karê xwe dikir. Me cihêkarî nexist navbera tu mirovan, bêyî em li nasname, ol û çanda mirovan binerin me alîkariya her kesî kir. Lê piştî vê hilbijartina dawî em bi pêkanînên mobîngî re rû bi rû man. Min li Şaredariya Şakranê bi karê fenê dest bi kar kiribû. 5 sal berê min şandin vira. Dizanibûn ez xebatkara avadaniyê me. Lê çi bû nizanim piştî 5 salan şûnde bala Acar kişandiye ku ez xebatkara avadaniyê me û tam mehekê ez şandim ser karê avadaniyê. Li gor kirina, ez xebatkara dîwara me. Lê min tam min mehekê firaq şûştin, tuwalet paqij kirin, xizmeta buroyê kir, karê boyax û keviran kir." Ûral, biryara Şaredar Acar wekî mobbîngê nirxand û got: "Piştî fêm kir em li ber mobbîngê pes nakin, me ji kar avêt. 25 salan xebitîm lê belê di şevekê de ji kar hatim derxistin." 
 
'EM KARÊ XW DIXWAZIN'
 
Şenay Çinar jî destnîşan kir ku 15 salan li şaredariyê xebitiye û di 11'ê Hezîranê de ji kar hatiye derxistin. Çinar, got: "Karkerên hatin derxistin hemû bi salan bi xwêdana eniya xwe xebiîne. Em bi awayekî neheq ji kar hatin avêtin. Em karê xwe dixwazin." 
 
Hîlal Yaşar jî 17 salan li Şaredariya Alîagayê wekî Midûra Pirtûkxaneyê xebitiye, lê belê bi biryara Serkan Acar salek berê wê şandine departmaneke din û paşê ji kar hatiye avêtin. Yaşar, diyar kir ku ew bi tena serê xwe debara malbata xwe dike û got: "Em mirovên kedkar in. Bi tena serê xwe debara malê dikim. Kurêê min nû zanîngeh kuta kiriye û betal e. Em di rojekê de ji nişka ve ji kar hatin avêtin, ligel ev qas deynê me jî heye. Niha nizanim ez ê çi bikim. Em ne ciwan in j ku piştî vê saetê di kareke din de bixebitin. Kar bi destê mezûnên zanîngehê nakeve, wê çawa bi dest me bikeve. Ev ne tiştekîe tîk e. Dibe fikrên siyasî yên xebatkarên şaredariyê cuda bin, lê dixebitin. Bi dehan sal em xebitîn, kes nikare keda me red bike." 
 
Yaşar, destnîşan kir ku 179 karker ji şaredariyê hatine avêtin û wekî hincet gotine di belgeyan de hejmara xebatkaran zêde ye. Yaşar, diyar kir ku karkerên nû hatine girtin û got: "Madem em zêde bûn, çima we em ji kar avêtin û li şûna me ên nû girtin?" 
 
MA / Sevda Aydin 
 

Sernavên din

25/06/2019
15:05 Temellî: Em li dijî faşîzmê têbikoşin û muzakereyê bi hev re rêxistin bikin
14:33 Îmîr: Sedema mirinên Dîcleyê kanên qûmê ne
14:32 Can Atalay: Gezî heviya azadî, edalet û wekheviya vî welatî ye
14:09 6 kes li Qersê hatin binçavkirin
14:03 MA Musîc konsera mezûniyetê li dar dixe
13:25 HDP’iyan malbata Îbrahîm Layik ziyaret kirin
13:04 Rûsya: Di demeke nêz de sewqiyeta S-400'an a ji bo Tirkiyeyê dest pê bike
13:00 Di 33 saliya xwe de bi hezaran hezkiriyên xwe hişt û çû
12:49 Beriya hevdîtina Erdogan û Trump xebatkarê sefaretxaneya Amerîkayê hat berdan
12:30 Dozger ji bo polîsê ku 5 sivîl kuşt pêdivî bi lêpirsînê nedît
12:20 Îranê bersiv da biryara danekirina DYA'yê
12:09 Li Farqînê, ajokarê li zarokekê xist û kuşt hat berdan
11:47 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Akbiyik binçavkirin
11:46 Nexweşxanê rapora ji sedî 87 astengdar, piştî 4 salan sifir kir!
11:45 Parêzer ji bo biçim Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Motorîn 23 qurîş, çay jî ji sedî 15 giran kirin
10:44 Kesê dersa Ol dida ji ber tecawîzkirina zarokekê 9 salî hat girtin
10:35 Gelo Kurdistana Federe bedelê 26 milyar dolar dide Tirkiye!
09:26 Cenazeyê Hazal Aslan piştî 40 mehan hat veşartin
09:25 Li Edeneyê 7 ciwan hatin girtin
09:24 Qeymeqam nahêle Şaredariya Hezexê kevirên parkeyî bi cih bike
09:23 Karkerê nexweş ket û ket nav nivînan nayê teqawidkirin
09:23 Ji ber ketiye greva birçîbûnê dozger dixwaze girtiyê nexweş Yilmaz bê cezakirin
09:22 Wê galaya belgefîlma Komujiya Pirsûsê 'Gîtmek' li Amedê pêk bê
09:21 Li sîteya pîşesaziyê ya Mêrsînê di 6 mehan de 25 esnaf top avêtin
09:21 Piştî 26 salan dixwazin vegerin gundê xwe
09:20 Karkerên jin ên ji Şaredariya Alîagayê hatin avêtin: Em karê xwe dixwazin
09:19 'Divê parêzvanên jiyanê ji bo Heskîfê têbikoşin'
09:18 Dozgeriyê belgeyên îşkenceyê xwestin: Dibe delîl bên windakirin
09:17 Hevkarê DAIŞ'ê yê ji Enqereyê alîkariya lojîstîkê da DAÎŞ'ê di destê QSD'ê de ye
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2019'AN
24/06/2019
22:52 Tabelayên bi kurdî ji nû ve hatin daliqandin
15:56 Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?
15:23 Peymana 3 hekîman fes kirin
14:58 Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin
14:44 Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
14:37 Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane
14:23 Qamyona ka lê barkirî qelibî
14:12 Rêveberekî DBP'ê hat binçavkirin
14:07 Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike
13:42 Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin
13:41 Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine
13:26 Danişîna Doza Geziyê dest pê kir
13:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
13:09 KESK: Rejîma yek zilamî hejiya
10:29 Zarokê di bin wesayîtê de ma jiyana xwe ji dest da
10:16 Samî Tan û Aslihan Yildirim bûn hevserokên PEN’a Kurd
09:48 Dayika wî dafdan erdê û wî jî binçav kirin
09:40 Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr encamanên ragihand
09:01 Li Heskîfê şikefta dîrokî xistin bin betonê
09:01 Li bazara zad a Rihayê bêdengî heye
09:00 Zarok li gel mûçeyên kêm jî di karên zor de dixebitin
09:00 30 salin sera kirê dike û debarê dike
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2019'AN
23/06/2019
21:55 Li Qamişlo teqîn: Welatiyek birîndar bû
21:50 Serokê YSK’ê Guven: Piştî pêvajoya îtîrazê em ê mazbatayê bidin
21:21 Erdogan têkçûna Bînalî Yildirim qebûl kir
20:52 Îmamoglu li 28 navçeyan bû yekemîn
19:49 Îmamoglu: Carek din hat dîtin ku pêdivî bi demokrasiyê heye
19:25 Bînalî Yildirim: Rikberê min Îmamoglu li pêş e
19:24 YSK: Qedexeya li ser weşanê rabû
19:08 Cenazeyên du birayên hev ku fetisîn hat dîtin
19:04 ANKA: Sindoq ji sedî 55 vebûn: Namzetê CHP'ê Îmamoglu ji sedî 11 li pêş e
18:20 Li Peyasê nêzî hezar donim genim şewitî
18:19 Li Mêrdînê 4 ciwan hatin berdan
17:59 Serokê Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê spazma dil derbas kir
17:59 Li Stenbolê jimartina dengan dest pê kir
17:41 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê kurd destûrê nedin êrîşan
17:11 Li Stenbolê sindoq hatin girtin, deng dayîn bi dawî bû
16:50 Li Edenê zilamekê xwişka xwe kuşt
16:09 Bertek nîşanî xemsariya AFAD’ê da: Cenaze bi saetane di avê de
15:35 Ciwanê ket Çemê Dicle ber avê ket û winda bû
14:58 Cenazeyê ciwanê ket Çemê Avaşîn hat dîtin
14:51 Abullah Gul: Înşellah wê her tişt pirr xweş be
14:49 MEBYA-DER'ê 1'emîn kongreya asayî li dar xist
14:10 Bûldan a dengê xwe da: Dê ji sindoqan azadî û aştî bipijiqin
14:09 Karkerê ji 70 metreyî ket jiyana xwe ji dest da
13:42 Li gundê Entaxê agir bi zeviyên çandiniyê ket
13:32 Ekrem Îmamoglu: Her tişt wê pir xweş bibe
12:56 Bînalî Yildirim raya xwe da: Biryara gelê Stenbolê ser seran ser çavan
12:10 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Batûfayê bombe kir
12:09 Walîtiya Bedlîsê li gundên Tetwanê qedexe îlan kir
11:58 ÎSÎG: 485 penaber bûn qurbanên cînayetên kar
11:52 Cenazeyê Ozcan ê ber ava Dîcle ket hat dîtin
11:46 Temellî: Em derdikevin rêyek dirêj a rêya sêyemîn
10:33 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
09:57 4 roj in welatiyê fetisî hêj nehatiye dîtin
09:11 Romana Hesen Ildiz 'Qal' derçû
09:09 Der barê ciwanên hatin îşkencekirin de lêpirsîn
09:08 Piştî 7 salan der barê 101 personelên şaredariyê de biryara neşopandinê
09:08 Dadgehê biryara Şaredariya Sûrê ya ji bo wergirtina avahiyên şaredariyê sekinand
09:06 Dozgerî: Turk li gor qanûnê tev geriyaye
09:05 Aysû: Bi çandiniyeke organîk dest bi hilberînê bikin
09:04 'Sivîlan dişînin Atmeyê, milîtanan dişînin Îdlibê'
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
08:23 Li Sîlopî bi hezaran ciwan tevlî şahiyê bûn
08:17 Hilbijartina li Stenbolê dest pê kir hilbijêr diçin ser sindoqan
22/06/2019
21:06 Komeleya Ekolojiyê: Warê me talan dikin
16:16 'Gelo çima girtiyekî nexweş ê 74 salî girtî ye?’
16:02 ‘Girtiyê nexweş Akay serbest berdin'